Careke din Akman û Karakaya yên di rojiya mirinê de birin kogûşên wan 2020-06-27 12:11:24   ÎZMÎR – Dîdem Akman û Ozgur Karakaya ku li Girtîgeha Şakranê di rojiya mirinê de ne, ji ber ku rewşa wan ne baş bûbû rakiribûn nexweşxaneyê, lê wan careke din birin kogûşên wan.    Girtî Dîdem Akman û Ozgur Karakaya ku li Girtîgeha Şakranê girtî ne, bi daxwaza darizandina adîlane û başkirina şertên girtîgehê di 19’ê sibatê de ketibûn rojijya mirinê. Ji ber ku rewşa wan ne baş bûbû beriya 2 rojan wan rakiribûn nexweşxaneyê li kampûsa girtîgehê.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ku bi KHK’ê hatibû girtin, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê rewşa Akman û Karakaya de parvekirinek kir. Di parvekirinê de ev agahî hat dayîn: “Akman û Karakaya ku di rojiya mirinê de bûn ji bo mudaxaleyê rakiribûn nexweşxaneyê, li malbatên xwe geriyan û ragihandin ku wan careke din birine kogûşên wan. Em şopdarê îşkenceya ku li muwekîlên me tê kirin bin.”