Polîsan îşkence li Rojbîn Çetîn kir 2020-06-27 14:27:19   AMED – Derket holê ku aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn ku di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê hat binçavkirin îşkence lê hatiye kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna li ser Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de duh li gelek bajaran polîsan bi ser malan û saziyan de girtibû. Di encama serdegirtinan de Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rojnameger Ayşe Kara, akîvîstên Komeleya Jinan a Rosayê, parêzer, rêveberên HDP’ê û DBP’ê di nav de 44 kes hatine binçavkirin. Hat gotin derbarê 64 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn.    Di çarçoveya lêpirsînê de duh di saetên êvarê de endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn jî hatibû binçavkirin.    Polîsan duh êvarê li Amedêbi ser mala wê de girt û kelûpelên malê belav kirin.    Piştî lêgerînê polîsan, Çetîn binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Derket holê ku polîsan îşkence li Çetîn kiriye. Di wêneyê Çetîn ê binçavkirinê de hatiye kişandin bin çavê wê yê çepê reş û şîn bûye û di qirika wê de şopa îşkenceyê heye.