Kujerê Alî Uygur pirsîn 2020-06-27 16:56:52   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê kujerê Alî Uygur ê di sala 1980'an de piştî binçavkirin û kuştin cenazeye wî avêtin "Goristana bêkesan" pirsîn.      Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê çalakiya "Bila Winda bên dîtin kujer bên darizandin" berdewam kir. ÎHD'ê ku her hefte bi dirûşmeya “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" û "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li pêş Sumerbankê çalakî li dar dixist, vê hefteye ji ber qedexeya derketina kolanan bi rêya onlinê çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Alî Uygur ê di 1980'an de hat binçavkirin û piştî kuştin li "Goristana Bêkesan" hat dîtin pirsîn.    Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli, diyar kir ku Alî Uygur di 1'ê Tîrmeha 1980’an de li Navçeya Pozanti ya Edeneyê dema bi trênê rêwîtî dikir, li gel Mithat Nisan, Mahîr Keçecî û Ozcan Fedakâr hatin binçavkirin û teslîmî miduriyeta polîsan a Edeneyê kirin. Canli, da zanîn ku liser daxwaza Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê Uygur şandin Mêrsînê û heta 9 rojan agahî ji Uygur nehat girtin û wiha got: "Di 10'ê Tîrmehê de Dayik Hatice Uygur, du xwişkên wî nûçegîhanê Rojnameya Demokratê Vahap Şehitoglu bi Midûrê Şaxa 1'emîn ê Mêrsînê Omer Guneş û alîkarê wî Hanefi Avci re hevdîtin kirin. Lê bersiva ‘Kurê te li taxa Demîrtaşê di operasyoneke 9'ê Tîrmehê de reviya. Binere li vir şahid ji hene. Lê înşallah miriye. Kurê xwe ne ji min ji rojnamegerê tenişta xwe bipirse.' Dayikê dîsa gelek daxwazname dan rayedaran. Lê dosya lêpirsînê nehat vekirin. Lê mixabin herî dawî li Goristana Bêkesan cenaze dîtin. Çavkaniyan diyar kirin ku polîsan cenaze anîne li vir defin kirine."