Ji Şêx Saît heya Ocalan: Azadî wê qezenc bike 2020-06-28 09:12:49 STENBOL - Piştî 74 sal bi ser darvekirina Şêx Saît û hevalên wî re derbas bûn, di heman dîrokê de, li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî, cezayê darvekirinê hat birîn. Parêzerê Ocalan Mahmût Şakar, diyar kir bi vê peyamek dan kurdan û got: “Em ketin demekê ku gotina ‘Azadî wê qezenc bike’ ya Ocalan a li dijî biryara darvekirin gotibû.”      Ji bo gelê kurd yek ji dîrokên herî girîng, bi awate û di hafizeyan de cih girtiye dîroka 29’ê Hezîranê ye. Di 29’ê Hezîrana 1925’an de Şêx Saît û hevalên wî hatin darvekirin û di heman dîrokê 29’ê Hezîrana 1999’an de cezayê darvekirinê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat birîn.   Piştî Komar bi hişmendiya Îttîhat-Terakî hat îlankirin, li dijî gelê kurd, polîtîkayên îmha û tunekirinê dest pê kirin. Ji wê demê û vir ve îsyanên gelê kurd jî rû dan. Piraniya van îsyanên kurdan, bi komkujî, talan, şer û tundiyek mezin re rû bi rû man. Yek ji van îsyanên ku di dîroka kurdan xwedî cihek girîng û bi wateye, îsyana Şêx Saîd a di 13’ê Sibata 1925’an de dest pê kiriye.    Ev îsyan jî, mîna îsyanên din ên kurdan bi hêzên derve ve hatin girêdan û di pirtûkên dîrokê de weke “raperên paşverû” hatin derbas kirin. Lê ligel vê jî ev îsyan di belgeyên fermî de weke “Serîrakirina neteweya kurdan” û rêberê îsyanê jî Şêx Saît derbas dibin. Şêx Saît ê rêbertiya vê îsyanê kir di 80 saliya xwe de hatibû darvekirin.    Dewletê Şêx Saîd bi 46 hevalên wî re di 29’ê 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê bi darve, di heman salê de Plana Islahata Şerqê ya weke “Komkujiya spî” ya li dijî kurdan kir meriyetê. Bi van darvekirin û pêşxistina êrîşên li dijî kurdan wisan hat fikirin ku wê pirsgirêka kurd bi dawî bibe. Lê ligel vê jî îsyanên kurdan dewam kirin. Êdî rewş wisan bû di saya têkoşîna PKK’ê ya bi pêşengtiya Abdullah Ocalan hat birêvebirin de, dewletê ev têkoşîn weke “Îsyana 29’emîn” nirxand. Ocalan ê di encama komploya hêzên kûrewî de, di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, piştî 74 salan di roja darvekirina Şêx Saîd de cezayê darvekirinê lê hat birin.   Parêzerê Ocalan Mahmût Şakar, teslîmkirina Ocalan a Tirkiyeyê û di roja ku Şêx Saîd hat darvekirin de cezayê dervekirinê li Ocalan birîn, nirxandin.   Prz. Mahmût Şakar, diyar kir ku Ocalan îro dibin tecrîd giran deye û wiha axivî: “Hêzên serdest ên cîhanê, destûr nedan ku Ocalan di ciheke mîna çengê de bimîne. Di şexsê wî de daxwaza azadiyê ya gelê kurd gule baran kirin. Bi pêvajoya darizandinê jî, tenê tenê xwest komploya navneteweyî hiqûqî bikin. Aqlê dewletê, bi darvekirina Ocalan xwest ku peyama ‘Tişta hatin serê hemû rêberên îsyanên kurdan, wê bên serê Ocalan’ bide gelê kurd. Ji ber vê di roja darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî de, cezayê dervekirinê li Ocalan birîn. Di rastiyê de, ev nêzîkatî, rewşa dewleta Tirk a wê demê jî datîne holê. Di nava hewayekê serkeftinê de bû û bi serxweşiya serkeftinê dijiya. Di xwestin bêjin ku pirsgirêka kurdan bi vê yekê ji bo wan qediyaye. Çawan ku piştî darvekirina Şêx Saîd, îsyan bi dawî bû, wisan difikirin ku ev dîrok wê dûbare bibe. Lê di rastiyê rewş wisan nebû, serkeftina difikirîn pêş neket û heman dîrokê xwe dubare nekir.”    ‘OCALAN STRATEJIYA XWE DANÎ HOLÊ’   Şakar, anî ziman ku helwesta Ocalan a li dijî darvekirinê ew şaşwaz kiribû û wiha got: “Ocalan berî danişînê pir bi kelecan bû û gelek jî bi stres bû. Ya ku ji bo Ocalan giran dihat ne biryara darvekirinê bû. Wî baş dizanibû ku wê ji vê dadgehkirinê tu encam derneve holê. Ya girtin ji bo Ocalan, stratejiya polîtîk bû. Dixwest dadgehê vegugerîne platformeke wiha. Baweriya Ocalan bi muzakereyê hebû û dixwest bi muzakereyê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê şert û mercên wê demê hebûn ji bo vê ne guncaw bûn. Li aliyêkê dixwest pêvajoya aştiyê pêş bixe û li aliyê din jî, zemînê berxwedanê ava bike. Ji roja destpêkê ve Ocalan ev stratejî esas digirt.”    ‘HIQÛQ BI DAWÎ BÛ SIYASETÊ DEST PÊ KIR’   Şakar, bal kişand ser roja darvekirina Ocalan û wiha bilêv kir: “Piştî cezayê darvekirinê, me 4 parêzeran ne dikarî em bi axivîn, lê Ocalan di nava keyfxweşiyek mezin de bû. Em pir şaşwaz bûn. Piştî dest bi axaftinê kir û şûnde, me nû zanîbû rewşa me ya rûhê pir xirabe. Dûre xîtabî me kir û got, ‘Min dizanî wê ev biryar bê dayîn. Ji xwe ez ne li benda encamek din bûm.’ Weke ku barek mezin li ser wî rabibû. Ji bo bi dawîbûna pêvajoya hiqûqî keyfxweş bibû. Ji ber ku êdî pêvajoya siyasetê dest pê dikir. Ocalan bi awayekê ji xwe pir bawer keniya û wiha got, ‘Em siyasetê baş dizan in. Ji vir û şûnde emê gavên wisan bavêjin ku, benê darvekirinê yê di stûyê gelê xwe de emê derbixin û bavêjin.’ Ev gotina xwe bi gotina ‘Wê azadî qezenc bike’ temam kir.”   ‘DI 20 SALAN DE GELEK GUHERTIN ÇÊBÛN’   Şakar, da zanîn ku Ocalan 21 salin girtiye û wiha dewam kir: “Tirkiye dinava van 21 salan de, gelek guhertin derbas kirin. Lê tenê di warê polîtîk pêş neket. Ji ber vê dem bi dem, nêzîkatiyên cuda raveyî pirsgirêka Kurd û Ocalan kir. Hin caran konsetpek rizandinê bi rêve birin, hin caran bi rêya hevdîtinan xwestin teslîm bigirin, gelek caran polîtîkayên ewiqandinê bi rêve birin û pirî caran jî bi êrîşên eskerî xwestin encam bigirin. Lê tu carî komploya navneteweyî bi girtina Ocalan tu encam bi dest nexistin.”   ‘OCALAN PARADÎKMAYEK NÛ AVA KIR’   Şakar, da xuya kirin ku vîzyon, berxwedan, hebûna gelê kurd îro li di asta kûrewî de bandar kiriye û wiha pê de çû: “Têkoşîna azadiya jinan, bindestan û gelan, bi berxwedana mezin a gelê kurd re dibe yek. Ev berxwedan ji bo hemû mirovahiyê bûye îlham û di asta herî mezin deye. Li pişt vê berxwedanê fikir û ramanek mezin û kedek bê eman heye. Qarakterê komploya navneteweyî, bû sedem ku Ocalan paradîgmayek nû ava bike.  Ev jî bi ked, sebir, bawerî, berxwedan û biyardariyek mezin kir. Baweriya xwe bi gelê xwe anî û ev paradîkma pêş xist. Rejîma îro hemû sermayeya xwe ji bo komkujiya kurdan li ser maseyê rast kiriye. Di bingeha vê de destkeftiyên di 20 salan de hatine qezenckirin hene. Êdî em en sala 1925’an de ne û ne jî di sala 1999’an dene. Lê ji bo kurdan hîna jî rîska ji holê rakirinê bi dawî ne bûye. Lê tu caran jî, mîna îro berxwedan û destkeftiyên kurdan evqas mezin nebûne. Li holê nexşerêyek û paradîgmayeke ku hatiye îspat kirin heye. Îro bi milyonan mirovên li ber xwe didin hene. En ji derveyî sedsala 20’emîn hiştin, lê em îro aktorê sereke yê sedsala 21’emîn in. Em weke teyrê sîmirê ne. Li pêşberî me tundiyek hovane heye. Em di demekê ku gotina ‘Azadî wê qezenc bike’ ya Ocalan a li dijî biryara darvekirin gotibû dene.”