‘Girtiyên nexweş nayên tedawî kirin’ 2020-06-28 09:21:20 AMED - Xwişka Besê Ozer a ku niha di Girtîgeha Jinan a Gebzeyê de dimîne Zeynet Ozdemîr, diyar kir ku li girtîgehê girtiyên nexweş nayên tedawî kirin, pirtûk, rojname û nameyan nadin girtiyan. Girtiya jin Besê Ozer a 43 salî ya ku di sala 1996'an de li navçeya Licêya Amedê JÎTEM'ê binçav kiribû û cezayê muebetê lê hatibû birîn nayê tedawî kirin. Ozer a 24 sal in di girtîgehê de ye, niha li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne. Xwîşka Ozer Zeynet Ozdemîr, derbarê hevdîtina bi telefonê ya ku bi xwişka xwe re kir de axivî. Ozdemîr, diyar kir ku di 25’ê Hezîranê de bi xwîşka xwe re bi telefonê axiviye û wiha got: “Girtiyên nexweş bi tu awayî nayên tedawî kirin û nabin revîrê. Nexweşên penceşerê yên ku pêwistiya wan bi tedawiyê hene rewşa wan nebaşe. Dîsa girtiyên ku pirsgirêka nexweşiya diranan dijîn jî hene. Diranên wan îltîhap girtine, lê bijîşk tune ye ku li diranên girtiyan mêze bikin.”   ‘PIRTÛK, ROJNAME Û NAMEYAN NADIN’   Ozdemîr, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê bi girtiyan re li ser pirsgirêkên heyî hevdîtinan qebûl nake û wiha bi lêv kir: “Girtî pirsgirêkên xwe nikarin bi rêveberiya girtîgehê re vebêjin. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê ku hevdîtinan qebûl nake. Pirtûkên wan ji wan standine û nadin wan. Dîsa rojname û nameyan jî nadin girtiyan. Hevdîtinên di navbera odeyan de jî qedexe kirine. Xwarinên wan jî kêm kirin e.Weke ku di tecrîdekê de bin.”   ‘TIŞTÊN KANTÎNÊ SÊ QED BIHA BÛ NE’   Ozdemîr, balkişand ser bergiriyên girîgehê yên ji bo şewba vîrûsa koronayê girtine û wiha berdewam kir: “Ji bo bergiriyan hevdîtinên vekirî rakirin. Girtî amûrên paqijiyê û dezenfektanê bi pere dikirin. Cihên ku gardiyan lê heyîn dezenfekte kirin, lê odeyên girtiyan nehatine dezenfekte kirin. Tiştên ku ji kantine dikirin jî, du qet biha bûne. Bi taybetî kolonya û dezenfektan sê qed biha kirine.”   BANGAWAZÎ   Ozdemîr, fikarên xwe yên derbarê rewşa girtiyan de anî ziman û ev banga hestiyariyê li raya giştî kir: "Girtî dixwazin, gel û hemû saziyên sivîl ên civakî li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de tên jiyîn bi hestiyar tevbigerin û piştgiriyê bidin girtiyan."