Komkujiya Roboskî hat bibîrxistin: Necezakirin li ser her goşê ye 2020-06-28 11:42:59   ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, di meha 102’emîn a Komkujiya Roboskiyê de, daxuyanî da û got: “Di ser komkujiyê re 444 heftî derbas bûn. Ne bersûc tên cezakirin û ne jî edalet tê bicihanîn. Êdî necezakirin, li serê her goşeyekê hatiye bi cih kirin.”   Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê, di meha 102’emîn a Komkujiya Roboskiyê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê hewldanê Tanjû Gunduzalp, diyar kir ku bi ser komkujiyê re 3 hezar û 105 roj derbas bûn û wiha axivî: “Malbatên mexdûr, saziyên civaka sîvîl û mirovên dilê wan dişewite, 102 mehin li edaletê digerin. Lê mixabin, ligel ku evqas roj derbas bûn jî di heftiya 444’emîn de ne bersûc hatin cezakirin, ne edalet hat bi cîh anîn û ne jî di warê hiqûqî tu pêşketin çênebû.”   Gunduzalp, da zanîn ku divê êdî ev şer û pergala dagirkeriyê bi dawî bibe û wiha domand: “Pêwîste ku welatên cîhanê dest ji razemeniya aboriyê ya ewlekariyê û polîtîkayên şer berdin. Divê ji bo mirovahiyê, xwezayê, wekheviyê û edaletê bixebitin. Xilasiya mirovahiyê encex wisan pêk were.”   'KES NAYÊ CEZA KIRIN’   Gunduzalp, di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “34 mirov di bombebaranê de hatin kuştin. Her kesî ev rastî qebûl kiriye. Lê ev yek di pergala qanûn û edaletê de hîna jî nehatiye qebûl kirin. Êdê necezakirina li serê her goşeyê hatiye bi cih kirin. Ne bersûc tên cezakirin û ne jî edalet tê bicihanîn. Ji ber ku dewlet, cezakirin, hiqûq û edalet tuneye, em van bûyaran dijîn. Dem bi ser tu komkujiyan re derbas nabe. Heya ku Komkujiya Roboskî neyê ronî kirin, ne pêkane ku siyaseta Tirkiyeyê demokratîk bibe.”