Li Heftenînê şer: Leşkerek mir 2020-06-28 13:14:11 NAVENDA NÛÇEYAN – Di operasyona leşkerî ya li Heftenînê dest pê kir de, leşkerek din mir.    Operasyona leşkerî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li herêma Heftenîn a Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê dabû dest pê kirin dewam dike. Li herêma ku gelek leşker hatin sewq kirin, şer û pevçûnên dijwar rû didin. Îro jî leşkerek di şer de mir.    Wezareta Parastina Netewî, ragihandin ku Serdestê Pispor Recep Yuksel miriye.    HEJMAR DERKET 5’AN    Di operasyona leşkerî ya li herêmê dest pê kir de, li gorî daxuyaniyên fermî heya niha 5 leşker mirine û gelek leşker jî, birîndar bûne.