Derbarê 13 parlamenteran 16 fezleke amade kirin 2020-06-28 13:20:34   ENQERE - Derbarê têkildarî 13 parlamenterên HDP, CHP û ÎYÎ Partî de, ji bo rakirina mafê wan ê destnedayîna parlamenteriyê fezleke hat amade kirin û ji Meclîsê re hat şandin.   16 fezlekeyên destnedana parlamenteriyê ku têkildarî parlamenterên HDP, ÎYÎ Partî û CHP'ê ji Meclîsê re hatin şandin.. 11 ji van fezlekeyan li dijî parlamenterên HDP'ê ye ku Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan jî di nav de ye. HDP'iyên ku fezleke li dijî wan hatin amadekirin ev in: Pervîn Bûldan (1), Şevîn Coşkûn (1), Nûran Îmîr (2), Remziye Tosûn (1), Mûrat Çepnî (1), Tûma Çelîk (1), Ebrû Gunay (1) û Mûrat Sarisaç (3).   Têkildarî Serokwekîlê Koma CHP'ê Engîn Ozkoç û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba, Serokwekîlê Koma ÎYÎ Partî Lutfu Turkkan û Parlamenterê Enqereyê Koray Aydin û Parlamenterê Stenbolê Umît Ozdag fezleke hatin amadekirin.