DAD: Heta komkujiya Sêwasê qebûl nekin birîn nakewe 2020-06-28 17:08:27 ENQERE - Şaxa DAD'ê ya Enqereyê, bi minasebeta 27'emîn salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyanî da û diyar kir ku heta rayedarên dewletê komkujiya Sêwasê qebûl nekin ev birîn nakewe û xwest komkujiyê qebûl bikin.    Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a Enqereyê, ji bo kesên di 2'ê Tîrmeha 1993’an de li Sêwasê hatin qetilkirin bibîr bîne û bixwazin hesap bê pirsîn daxuyanî dan. Şaxa DAD'ê di 27’emîn salvegera Komkujiya Sêwasê de xwest rayedar rastiya komkujiyê qebûl bikin û hesabê komkujiyê bê pirsîn. DAD'ê anî ziman ku li gel 27 sal borîn hêj edalet pêk nehatiye û wiha got: "Ev tenê yek ji komkujiyên li dijî elewiyan e. "Em tenê li Madimakê neşewitandin. Hişmendiya ku polîtîkayên qirkirinê ji dewleta Osmanî, Selçûqî, Emewî û Ebasiyan girtin, di 2'ê Tîrmehê de li Sêwasê li dijî Elewiyên Rêya Heq ên di lêgerîna azadî û heqiqetê de dimeşiyan qetliam kirin û ev polîtîka berdewam kirin. Em dişewitin, têne şewitandin, têne kişandin, lê li dijî hemû zilmê em li ber xwe didin. Em tenê li Madimakê neşewitandin. Em li Dersimê, Koçgiri, Çorum, Meletî û Mereşê şewitandin. Me wekî Seyît Riza tu carî çong danenî. Em tu carî gavan paşve navêjin.    Em carek din bang dini ku heta bi rastiyê re neyên rûqayî hev û komkujiyê qebûl nekin wê ev birîn xwîn bibe û tu carî birîn nakewe.    DAXWAZ:   DAD'ê di berdewama daxuyaniyê de ev daxwaz anîn ziman:    “* Em di 27'emîn salvegera komkujiya Sêwasê de daxwaza 'bila rastiya komkujiyê qebûl bikin' dubare dikin.    * Bila Otela Madimakê bime muzeya şermê.    * Bila dewlet kesên komkujî pêk anîn û plan kirin bi awayekî serbixwe darizîne û ceza bike.    * Divê arşîva komkujiyan bê vekirin.    * Têkildarî mijarê kesên der barê wan de lêgerîna bi bultena sor hebe bila bên îadekirin.