11 rêxistinên heq: Îşkencekarê Rojbîn Çetîn darizînin 2020-06-28 17:32:58   AMED - 11 rêxistinên heq ên li Amedê bi daxuyaniyek hevpar xwestin polîsê ku îşkence li aktivîsta TJA'yê Sevil Rojbin Çetîn kiriye bê darizandin.     11 Rêxistinên Heq û parazvanên mafên mirovan, bi daxuyaniyek hevpar xwestin polîsên ku di 26'ê Hezîranê de tevî kuçikan bi ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de girtin û li malê îşkence lê kirin, bê darizandin û cezakirin. Rêxistinan anîn ziman ku polîsan li mala Çetîn 3.5 saetan îşkence kirine û dema çavê Çetin girtî bû wêneyê wê kişandine û rastî tacîza zayendî hatiye. Rêxistinan anîn ziman ku di muayineya adlî de jî hatiye dîtin ku îşkence li Çetîn hatiye kirin û kûçik dev li 2 çipên Çetîn kiriye û birîn kirine.    Rêxistinan anîn ziman ku polîsan di serdegirtina malê de îşkenceya giran li Çetîn kirine û muameleya li dijî rûmeta mirovan û zalimane lê kirine. Rêxistinan da zanîn ku di 26'ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî îşkenceyê ev îşkence hatiye kirin û ev bêtir balê dikişîne. Rêxistinan da zanîn ku li gel Tirkiye peymana navneteweyî ya li dijî îşkenceyê îmze kiriye jî dîsa vê yekê binpê dike. Rêxistinan xwest Sevil Rojbin Çetin bi lez bê berdan û der barê polîsên îşkence kirine de lêpirsîn bê vekirin û cezakirin.    Rêxistinên îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: Tora Têkoşîna li dijî Tundiya Jinan, ÎHD, Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Komîsyona  Tenduristiya Jinan û Hekîmtiyê, Komeleya Jinan a Rosa, KESK, OHD, TMMOB, Derûnînasên Mezopotamya, Halê Piştevaniya Jinan, Komeleya Pisporen Xizmeta Civakî.