Gundiyên ji ber HES'ê xaniyên wan di bin avê de man bi tena serê rastê mane 2020-06-29 09:14:45   QERS - Ji ber HES'a li Karakûrtê nîviyê gundê Karakûrtê di bin avê de maa. Ji ber vê gundî mecbûr man ji xaniyên xe derên.    Li navçeya Qamuşan a Qersê Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) di sala 2014'an de dest bi çêkirina Bendava HES'ê kiribû. Di 8'ê Sibatê de bendav qediya û av girt. Ji ber ku av ji nişkave bilind bû gundî mecbûr man ji malên xwe derkevin. Lê belê hê jî heqê îstmlaqê nedane piraniya gundiyên ji malên xwe derketine. Piştî vê piraniya gundiyan berê xwe da navçeyê û niha di xaniyên bi kirê de ne.    Her wiha li gundê Karakûrtê ku nifûsa wê hezar û 600 e, dêreke 2 hezar salî û 20 avahiyên dîrokî jî hene.       15 KES DI MALEKÊ DE DIMÎNIN    Elbê Gultekîn (70) ku hat serdana xaniyê xwe yê di bin avê de mane bike, diyar kir ku piştî av ji nişkave bilind bûye mecbûr mane ji xanî derkevin û got, wê kêliyê bi zorê xwe bi xelasiyê xistine. Gultekîn, anî ziman ku hê jî heqê îstimlaqkirinê nedane wan û got: "Em mexdûr kirin. Niha em nikarin heqê kirêya xwe jî bidin. Meaşê min ê teqawidbûyînê ye. Bi vî meaşî debara 15 kesan dikim. Gava me mizgeft û dibistana gund çêkir, dewletê alîkariya me nekir. Me kevirên wan bi gayan dikişand. Lê niha hemû hatin wêrankirin."    Emrah Gultekîn jî anî ziman ku li Tirkiyeyê edalet tuneye û got, dewletê ji bo 13 kargehan û 8 malan tenê 500 hezar TL diyar kiriye, lê belê ew jî nedane. Gultekîn, bibîr xist ku Parlementerê Qersê ê AKP'ê Yûnûs Kiliç gotibû "Heger li gundê Karakûrtê kesek jî bê mexdûrkirin ez ê bi xwe li pêşiya wê avê rûnim." Gultekîn, anî ziman ku gava av ket malên me telefonî wî kir ji me re got, 'hûn zêde dixwazin.' Em xapandin, 3 meh in em di kirê de ne."    Îbrahîm Şîmşek jî diyar kir ku ji bo nanekî jî mecbûr dimînin biçin naavçeyê û got, gava şêniyên gund bêyî hev biçin wê rojê heya êvarî birçî dibînin. Şîmşek, anî ziman ku beriya bendavê bi sewalvanî û çandiniyê debara xwe dikirin û got: "Li Qmuşanê tiştekî ku bikim tuneye. Min heywanên xwe giş firotin. Ne tenê ez gundî hemû em koçî Qamuşanê dikin. Ji ber vê heqê kirê û xaniyan jî zêde dibe. Li Qmuşanê ne fabrîkeyek ne jî kerek heye."    ‘ERDOGAN KOR BÛYE'    Şîmşek, anî ziman ku 19 caran telefonî CÎMER'ê kiriye lê belê giliyên wan esas nehatine girtin û got: "Ne CÎMER ne parlementer ne hikûmet xwedî li me derneket. Em bi tena serê xwe wisa man. Erdogan di televîzyonan de ji bo muxalefetê dibêje 'kor bûne.' Ez dibê, gelo çima ê te ma nebanî? Tu hem kor hem jî ker bûyî."    Elbeyî Şîmşek jî anî ziman gu gorên wan jî di bin avê de mane û got: "Me erdê xwe çandibû. Me bi deyn çandibû. Heger ranekim ez ê top bavêjim."    MA / Dîndar Karataş