DÎB: Li kolanan bi têkoşînê em dikarin xwedî li azadiyan derkevin 2020-06-29 13:21:43   STENBOL - Yekitiya ji bo Demokrasiyê, têkildarî meşên HDP û baroyan ên ber bi Enqerê ve daxuyaniyek da û got: “Rêya xwedî derketina maf û azadiya, di têkoşîna hevpar re derbas dibe. Werin em li kolanan bi têkoşînê, xwedî  azadiyan derkevin.”    Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎK), têkildarî meşên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û serokên baroyan ên ber bi Enqerê ve daxuyaniyek nivîskî da. DÎB’ê, bertek nîşanî astengkirina meşan da û diyar kir ku kolan cihên mafên qanûna bingehîn in.    DÎB, da zanîn ku rêya xwdî derketina maf û azadiya di têkoşîna hevpar re derbas dibe û wiha got: “Werin em li kolanan bi têkoşînê, xwedî azadiyan derkevin.”