Komeleya Şêx Saîd: Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê 2020-06-29 13:50:32 AMED - Komeleya Şêx Saîd, bi boneya salvegera 95’emîn a darvekirina Şêx Saîd û 47 hevalên wî daxuyanî da û got: "Divê heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîn bê xwestin."   Komeleya Şêx Saîd, bi boneya salvegera 95'emîn a darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier, nûnerên Rêxistina Partiyê ya Amedê, Komeleya 78'an, MEBYA-DER'ê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Serokê Baroya Amedê yê Amedê Mehmet Emîn Aktar beşdarî civînê bûn. Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Saîd Felat Ozsoy, daxuyanî da û diyar kir ku Şêx Seîd Efendi û hevalan wî yên li hember zilmê û inkarê serî hildan di 29'ê Pûşpera 1925'an de ji aliyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin şehîdkirin û îro salvegera wan a 95'mîn e.    'LI BER XWE DAN'   Ozsoy, bal kişand ser berxwedana Şêx Saîd û wiha axivî: "Rejimê dema hewl da hemû gelên erdnîgariya Kurdistanê hem ji alî milî ve hem ji alî dînî ve tevî nirxên xwe bi giştî tune bike û ji hev belav bike, Şêx Seîd Efendî, hevalên wî yên dozê û Kurdistaniyan serî li ber wê netewandin. Li ber xwe dan.   Ozsoy gotinên Şêx Saîd ên weke "Ez niha dikim ji jiyana fanî bar bikim. Ez ne poşman im ku di ber gelê xwe û baweriya xwe de feda bûme. Hew bila neviyên min, min mehcub dernexin" bibîr  xistin û wiha bilêv kir: "Em bawer dikin û gazî dikin ku gelê me di çarçoveya maf û edaletê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, lihevkirinekê bike û li ser vê bingehê bi hemû qewm û dewletên din re bi wekhevî û yekmafî bijî. Di şexsiyeta şehîdên Berxwedana 1925’an de; em hemû şehîdên jiyana xwe di ber maf, edalet, rûmet û azadiyê feda kirine bi bîr tînin. Em bi bîranîna wan ve girêdayî ne û biryara me pêkanîna hêviyên wan e."   'CIHÊN GORÊN WAN AŞKERE BIKIN'   Ozsoy di dawiya axaftina ji bo aşkerekirina gorên Şêx Saîd û hevalên wi bang kir û ev daxwazên xwe anîn ziman:   "* Em dixwazin heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin.   * Hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike.   * Gorna Şehîd Şêx Seîdê Efendî û hevalên wî ku li Qada Şêx Seîd e teslîmî malbatên wan bibe.   * Gorna Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nursi), Seyid Riza û hemû gornên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe, ku malbatên wan ji kêlek gornê hatine mehrûmkirin.   * Em dixwazin wesiyeta wan bi cih bînin, ku dixwestin kêla gorna wan were danîn û bi vî rengî em berpirsiyariya xwe bi cih bînin."   'KURDAN TU CARÎ SERÎ NETEWANDIN'   Dûre Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anîn û wiha got: "Bi biryareke siyasî hatin dervekirin. Bi ser darvekirina wan  re 95 sal derbas bû. Lê em bi heman hişmendiyê re rû bi rû ne. Gelê kurd tu carî li hemberî zilmê serî netewand. Îro ji bo kurdan a herî girîng yeketiya neteweyî ye."   Endamê Desteya Rêveber a Navenda Partiya Azadiyê Cemal Satî û endamê PAK'ê Tayyîp Sana jî, axivin û bal kişandin ser girîngiya yekitiya gelê kurd.    Piştî axaftinan civîna çapemeniyê bi dawî bû.