Li Wan û Dersimê bertek nîşanî îşkenceya bi kuçikan dan 2020-06-29 14:42:01 NAVENDA NÛÇEYAN – Li Wan û Dersimê sazî û dezgehan bertek nîşanî îşkencekirina Sevîl Rojbîn Çetîn dan û diyar kirin ku ji ber ew karmendên îşkenceyêdikin bêceza dimînin îşkence tê kirin.  Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dersimê derbarê îşkencekirina aktîvîsta TJA’yê û endamê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn de li Kuçeya Hunerê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta “Îşkence sûcê mirovahiyê ye” hildan. Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl axivî û diyar kir ku rêbazên vê îşkenceya li Çetîn hatiye kirin rêbazên îşkenceya Zîndana Amedê ye. Yeşîl anî ziman ku ew li cem Çetîn in û xwest ji berpirsiyar hesab were xwestin û girtin.    WAN      Li Wanê jî Baroya Wanê, HDP, DBP, OHD, TÎHV, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, ÎHD, Tevgera Jinên Azad, TUHAY-DER û Komeleya Jinan a STAR ji bo îşkencekirina Çetîn a berê Hevşaredara Artemêtana Wanê bû li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê ji bo  daxuyanî dan çapemeniyê.    ‘ÎŞKENCE LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE’    Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Wanê Hamza Çîftçî diyar kir ku polîsan heqaret, îşkence û tacîza zayendî li Çetîn kirine û got: “Li şûna ku derbarê îşkencekaran de lêpirsîn were destpêkirin, lê radibin derbarê parêzera ku sûcê îşkenceyê derxist holê xistine ber lêpirsînê. Em vê yekê qebûl nakin. Muameleya li dijî rûmeta mirovahiyê û îşkenceyek giran li Çetîn hatiye kirin. Ji ber ku derbarê wan kesên ango karmendên îşkenceyê lepirsîn nayê destpêkirin û tên parastin ewqas îşkence zêde dibe. Îşkence û muameleya xerab sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em li dijî îşkenceyê ne. Êdî îşkence eşkere tê kirin. Em ê li her deverê li dijî îşkenceyê têbikoşin.”