Rêxistinên hiqûqî banga tevlîbûna ‘mîtînga parastinê’ kirin 2020-06-29 15:59:27 STENBOL - OHD, ÇHD û EHB’ê, ji bo tevlîbûna “Mîtînga parastinê” ya sibe li Çaglayanê bê lidarxistin bang kirin.  Rêxistinên hiqûqî û Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, ji bo “Mîtînga parastinê” ya sibe saet 12.30’an li Edliya Çaglayan a Stenbolê li dijî hewldana guhertina pergala hilbijartinê ya baroyan bê lidarxsitin, banga tevlîbûnê kirin.   DÛRAKOGLÛ: ME PÎŞEYA XWE DIPARÊZIN’    Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, diyar kir k udi pergala darazê de krîz heye û wiha got: “Di demek wiha de divê hemû parêzer denge xwe derxîn in. Emê sibe bi vê armancê mîtîngê li dar bixin. Divê em hemû di vê mîtîngê de bên gel heve û pîşeya xwe bi parêzin.”    OHD: EM DIXWAZIN BIBIN PÊŞENG   Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglû jî, da zanîn ku ewê sibe tevlî mîtîngê bibin û wiha got: “Me biryar da ku em tevlî hemû çalakî û mîtîngên di înîsiyatîfa baroyan de pêş bikeve bibin. Heta em dixwazin bibin pêşengê van mîtîng û çalakiyan. Em hemû hevalên xwe li ser vî esasî vedixwîn in mîtîngê.    ÇHD: BANGA TEVLÎBÛNÊ KIR    Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya Stenbolê Gokmen Yeşîl jî, dest nîşan kir ku ewê tevlî mîtîngê bibin û wiha bilêv kir: “Weke serokkomar jî got, dixwazin baroyan li gorî nêzîkatiyên xwe yên siyasî ji hev cuda bikin. Bi vê armanca dikin ku parêzeran hem ji hev cuda bikin û hem jî bêerk bikin. Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê, ev demek dirêje komên parêzeran ên nêzî bloka desthilatdariyê qezenc nakin. Di rewşa heyî de jî ne pêkane ku qezenc bikin. Ji ber vê dixwazin li gorî xwe pergaleke nû ya baroyan ava bikin. Emê li dijî vê yêkê di mîtîngê de dengê xwe bilind bikin û dij derkevin.”    EHB: EM Ê SIBE LI ÇAGLAYANÊ BIN    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Sezîn Uçar jî, diyar kir ku ew jî di çarçoveya banga baroya STenbolê kir de sibe beşdarî mîtîngê bibin û bi van gotinan hevalên xwe vexwend mîtîngê: “Bêyî ku nêrîna baroyan bigirin, amadekariya bernameyekê dikin. Wê hemû parêzer ji vê pêşnûmeyê bi awayekê neyînî bi bandor bibin. Em vê  pêşnûmeyê qebûl nakin. Ji bo vê em sibe tevlî mîtîngê bibin û vê daxwaza xwe bînin ziman.”