Polîsan destûr nedan rojnameger Mazlum Erencî bibîr bînin 2020-06-29 18:43:34   AMED - Endam û rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firat li gel malbata Rojnameger Mazlum Erencî xwestin li ser gorê wî bibîr bînin. Lê polîsan destûr nedan rojnameger Erencî bibîr bînin. Rojnamegeran qurnefil danîn ser gorê û belav bûn. Piştî bîranînê bi hinceta dê nasnameya Rojnameger û Rêveberê Komeleyê Zeynel Bulut kontrol bikin ew binçav kirin.      Malbata Rojnameger Mazlum Erencî û Komek Rojnameger di pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firat de xwestin Rojnameger Mazlum Erencî li ser gora wî bibîr bînin. Koma rojnamegeran ku di navde Hevseroka Komeleyê, Dîcle Muftuoglu, endam û rêveberên komeleyê, dayik û birayên Mazlum Erencî hebûn, li ser gorê kom bûn. Piştî li ser gorê yasîn xwendin, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştre li ser navê komeleyê Rêveberê Komeleyê Zeynel Abidin Bulut xwest axaftinekê bike. Hêj Bulut dest bi axaftinê nekir polîsên hêzên çevîk û polîsên sivîl mudaxaleyî rojnamegeran kir û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Li ser astengiya polîsan, rojnamegeran qurnefil danîn ser gora Mazlum Erencî û belav bûn. Li aliyê din polîsan nasnameya Bulut di GBT'ê re derbas kirin û bi hinceta dê nasnameya wî lêpirsîn bikin ew binçav kirin û birin Qereqola polîsan.