Rojnamevan Kara hat berdan 2020-06-29 20:48:02   AMED -  Rojnamevan Ayşe Kara ku di çarçoveya lêpirsîna der barê KCD'ê de hatibû binçavkirin hat berdan. Tevî Karayê 12 kes hatin berdan û 8 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê".    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de dabû destpêkirin 45 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 16 kes jê duh sewqî edliyeyê hatibûn kirin û 8 kes jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Îro jî Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, ji Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê Makbûle Ozbek û rojnamevan Ayşe Kara jî di nav de 29 kesên din jî sewqî edliyeyê hatibûn kirin.    Li dadgehê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rêvebirên Şaxa SES a Amedê Mahfûz Karaaslan û Gonul Ogûr û Îbrahîm Halîl Taş, Mehmet Saglam, Seher Ozgen Aytek, Selva Akkoyûn, Suphî Îzol, Azad Can, Enver Temîz, Ferhat Erkûş û Gûrbet Çakarbi şertê kontrola edlî hatin berdan. Mehmet Gungormuş, Fesîh Balbey, Mehmet Cahît Ay û Emrûllah Zumrut jî hatin girtin.    ROJNAMEVAN KARA HAT BERDAN    Dadgeriya Cezayê Sulhê, rojnamevan Ayşe Kara û Mehmet Devîren ku dozgeriyê xwestibûn bên girtin bi şertê kontrolkirina edlî berda û Adil Ercan, Mûstafa Alimterîn, Tevfîk Kaçar û Yildiz Damla jî bi îdiaya endamtiya rêxistinê girt.    Heya niha 16 kes hatine girtin.    Ên hê jî li dadgeriyê ne ev in: Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek, Enver Çelîk, Erdal Bayram, Fedaî Akar, Jiyan Taş, Leyla Bagirtir û Mehmet Cahît Şik.