'Dengê Ebrû û hevalên wê bibihîzin' 2020-06-30 09:11:57 STENBOL – Ebrû tîmtîk ku tevî hevpîşeyê xwe Aytaç Unsal ji bo "darizandineke adil" di rojiya mirinê de ye, êdî hema bêje nikare biaxife jî. Xaltîka wê Yildiz Denîz  anî ziman ku "berî kes bimire divê ev bêedaletî ji holê rabe" û xwest dengê Ebrû û hevalên wê bê bihîstin.  Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ji bo darizandineke adil dest bi rojiya mirinê kiribûn. Ebrû Tîmtîk ku di Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyê de ye 180 roj in; Aytaç Unsal ku i Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyeyê de ye 152 roj in di rojiya mirinê de ye.    20 endamên ÇHD'ê û Buroya Hiqûqê ya Gel li ser îfadeyên şahdiên veşarî di 12'ê Îlona 2017'an de hatibûn binçavkirin û Tîmtîk û Unsal jî di nav de 17 jê hatibûn girtin. Di 20'ê Adara 2019'an de jî 13 sal û 6 meh ceza li Tîmtîkê û 10 sal û 6 meh jî li Unsal hatibû birîn.    Xaltîka Tîmtîkê Yildiz Denîz, anî ziman ku xwarziya wê ji zarokatiya xwe ve xwe pêş xistiye û got, bi taybetî jî ji bo keçên ciwan bixwînin û xwe pêş bixin tev digeriya. Denîz, got, lê belêê îro radibin wê bi "terorê" sûcdar dikin.    ‘BILA DENGÊ WAN BÊ BIHÎSTIN'    Denîz, got: "Xwarzîka min şervanê edaletê ye. Îro ji bo edaletê daxwaza darizandineke adil dike. Xwarzîka min kê kuştiye? Sûcê wê çi ye? Ne kesekî wiha ye. Hê di zarokatiya xwe li dijî bêedaletiyê radibû. Wexta bû parêzer jî li cem kesên neheqî li wan dihat kirin cih digirt. Naxwazin parazvanên edaletê bimirin. Berî mirin çêbibe divê ev bêedaletî bi dawî bibe. Kesên doza edaletê dikin divê guh bidin dengê wan. Bila dengê xwarzîka min Ebrû û hevalên wê bê bihsîtin."    Denîz, bibîrx ist ku Tîmtî 180 roj in di rojiya mirinê de ye û pir zihîf bûye bûye 40 kîlo û êdî hema bêje nikare biaxive.    MA / Semra Tûran