Xwest bûyerên întîharê yên li Çewlîgê bên lêkolînkirin 2020-06-30 10:07:59   ÇEWLÎG - Parlamenterê HDP’ê Erdal Aydemîr, ji bo lêkolînkirina bûyerên întîharê yên li Çewlîgê, xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, ji bo ku bûyerên întîharê yên di salên dawî de li Çewligê zêde bûne bên lêkolînkirin, xwest Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin. Aydemîr, ji bo avakirina komîsyonê pêşniyazname da Meclîsê. Aydemîr di pêşniyaznameya da Meclîsê de, wiha got: “Li Çewlîgê, li gorî hejmerên fermî, di sala 2009’an de 6 mêr û 3 jinan bi giştî 9 kesan întîhar kirin. Di navbera salên 2009 û 2019’an de 550 kesan întîhar kirin. Di sala 2020’an li gorî danayên fermî, hejmara kesên întîhar kirin pir zêdene. Tê îdîakirin ku piraniya kesan ji ber bêkariyê, zextên malbatê, bûyerên zarokên keç rastî tên, tundiya di nava malê de, fikarên pêşerojê û hincetên cuda întîhar kirine.”