Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-06-30 10:57:27   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtina serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Mazlum Dînç û Cengiz Yureklî bi daxwaza miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê rojê ve parêzeran 83 caran serlêdan kir lê heta niha ne erênî û ne jî neyînî bersiv nehatine dayîn.