Xebatên dîtina keştiya noqî avê bû didomin 2020-06-30 11:54:43 WAN- Xebatê lêgerîna keştiya penaberan a li Gola Wanê noqî avê bû dîsa dest pê kir.    Tê texmînkirin ku di 27’ê hezîranê de keştiya penaberan li ser Gola Wanê vidiguhezîne noqî avê bûye. Xebatên lêgerînê hatibûn destpêkirin, duh navber dabûnê. Serê sibê komên rizgariyê û lêgerînê dîsa dest bi xebata lêgerînê kirin. Heta niha tu encam bi dest nexistine. Medenî Akbaş ê ji bûyerê rizgar bûbû li gel eskeran duh beşdarî xebata lêgerînê bûbû û tu encam negirtibûn. Vê sibehê dîsa Medenî Akbaş anîn û wî beşdarî xebata lêgerînê kirin. Walîtiya Wanê derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku xebatên wan ên lêgerînê didomin.