Bertekên li dijî îşkenceya bi kuçik didomin: Rêbaza Esat Oktay e 2020-06-30 14:11:29 NAVENDA NÛÇEYAN -  Nerazîbûn û bertekên li dijî îşkeyceya bi kuçik a li endama Desteya Receberên Herêma Demokratîk Rojbin Çetîn dewam dikin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de wiha hat gotin: “Em vê rêbazê baş nas dikin. Di sala 1980’iyan de, Esat Oktay li Amedê bi vê rêbazê îşkence li girtiyan dikir.”    Îşkenceya bi kuçik a li endama Desteya Rêveberên Herêma Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbin Çetin li Amedê di serdegirtina malê û dibin çavan de hat kirin, li gelek bajaran, bi pêşengtiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hat şermezarkirin.   AMED   Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, derbarê îşkeceya li Rojbin Çetîn hat kirin de li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê  li dar xist û bertek nîşan da. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim, di daxuyaniyê de axivî û got: “Li dijî siyasetmedar û aktîvîstên jin, polîtîkayên zext û tirsandinê daîmî bûne. Hevpeymana li dijî îşkenceyê tê binpêkirin. Sevîl Rojbîn Çetîn ne bi tenê û em bi têkoşîna xwe li gel wê ne.”   ÊLIH    Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî, bi heman armancê li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Rumeysa Denîz Kaya, diyar kir ku bi îşkeceya li Çetîn kirin, dixwazin ku têkoşîna jinan ji holê rabikin.”   STENBOL    Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî, derbarê îşkenceyê de daxuyanî. Daxuyanî li avahiya  komeleyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Îşkece sûce, em li gel Sevîl Rolbin Çetîn in” hat vekirin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyanî da û wiha got: “Her roja diçe êrîş û operasyonên li dijî kurdan zêdetir dibin. Polîsên Komara Tirkiyeyê di serdegirtina malê de û dibin çavan de îşkeceyek giran jinekê dikin.  Kuçikan weke amûr bi kar tînin û îşkencê li mirovan dikin. Em vê rêbazê ji salên 1980’iyan ve nas dikin. Esat Oktay li Girtîgeha Amedê bi vê rêbazê îşkence li girtiyan dikir. Tirkiye Hevpeymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê dest pê kê îmze kiriye. Lê welatê herî zêde îşkence lê heye Tirkiyeye.”   Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolarî jî bertek nîşanî îşkeceya li Çetîn hat kirin da û wiha got: “Îşkece sûcê mirovahiyê ye. Divê bi dawî bibe.”    WAN   Şaxa ÎHD’ê ya Wanê jî, derbarê îşkenceyê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama ÎHD’ê Ruken Demîr, diyar kir ku îşkeceya dibin çavan de li mirovan tên kirin êdî bûye ji rêzê û wiha bertek nîşan da: “Îşkence sûce. Divê tavilê ev îşkece bi dawî bibe û bersûcên îşkenceyê bên cezakirin.”   EDENE    Şaxa ÎHD'ê ya Edenê, di avahiya şaxa xwe de daxuyanî da û îşkence şermezar kir. Ji Şaxa ÎHD'ê ya Edenê Baran Oner, da zanîn ku divê demildest pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin û wiha bilêv kir: "Divê îşkencekar bên cezakirin. Em piştgiriyê didin Çetîn."   MÊRSÎN    Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê jî, li komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û bi dawîzên "Ji îşkenceyê re na" û "Parastin mafê bingehîne, yanê astengkirin" îşkence şermezar kir. Ji ÎHD'a Mêrsînê Şerîfe Kiliç, diyar kir ku ewê li dijî îşkeceyê tekoşîna xwe dewam bikin.   HATAY   Li Hatayê jî, Şaxa ÎHD'ê daxuyanî da û pankarta "Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Em ligel Rojbîn Çetîn in" vekir. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Hatayê Ergul Sayin, daxuyanî û bertek nîşanî îşkenceyê da. Li Îskencerûnê jî,  ÎHD'ê heman daxuyanî da û bertek nîşanî îşkenceyê da.    ANTALYA   Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê jî, li avahiya xwe daxuyanî da û îşkence şermezar kir.