KCD: Dayika Makbule di bin rîskek mezin de ye, serbest berdin 2020-06-30 14:32:49 AMED - Hevserokên Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk daxuyanî dan û xwestin bi lez Dayika Aştiyê Makbule Ozbek serbest berdin. KCD'ê diyar kir ku temenê Makbule Ozbek 72 salî ye û di bin rîskek mezin de ye.    Hevserokên Kongreya Civaka demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, bi boneya balê bikişînin ser rewşa Dayika Aştiyê Makbule Ozbek, daxuyanî dan. Hevserokên KCD'ê, diyar kir ku temenê Makbule Ozbek 72 salî ye û di bin rîskek mezin de ye. Daxuyaniya Hevserokan wiha ye: "Duh gelek siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên Kurd bi operasyona qirkirina siyasî dîl hatin girtin. Di nava van kesên dîl hatin girtin mirovên me yênk pir ciwan û dayika me ya Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek jî heye. Tevî ku Dayika Aştiyê Makbule Ozbek, bi gelek nexweşiyan e û li dijî şewba vîrûsa corona bi rîskek gelek mezin re rû bi rû ye jî dîsa girtin û şandin girtîgehê. Temenê  Makbule Ozbek  û nexweşiyên wê ne li gorî şertên girtîgehê ne. Ji ber vê yekê girtina Ozbek rîskek gelek mezin li ser jiyana wê dike. Parêzerên me dê di demek nêzîk de li dijî vê biryara dijhiqûqî îtîraz bikin. Ji bo Dayika Makbûle bê berdan em bang li her kesî dikin ku di nava piştevaniyê de bin. Divê bi lez dayika Makbule serbest bê berdan."