Polîsan mudaxaleyî parastine kirin 2020-06-30 15:08:10   EDENE – Baroya Edeneyê xwest çalakiya "Meşa Parastinê" li dar bixin.  Lê polîsan destûr nedan û mudaxaleyî meşê kirin. Parêzeran astengiya polîsan bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.    Baroya Edeneyê bi boneya hewldana AKP'ê ya dixwaze pergala hilbijartinê ya baroyan biguherîne, xwestin "Meşa Parastinê" li dar bixin. Lê polisan pêşiya parêzeran girt û destûr nedan ku parêzer meşê li dar bixin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk û gelek endam û rêveberên Baroyê tev li meşê bûn. Parêzeran pankart û dowîzên "Dest nedin parastinê" û "Parastin azadî ye" rakirin û xwestin "Meşa Parastinê" li dar bixin. Parêzerên ku bi pankartan hatin ber Avahiya Kevir a Edliyeya  Edeneyê, gelek endam, rêveber û nûnurên rêxistinên civakî jî piştgirî dan parêzeran. Polîsan parêzer dorpêç kirin û destûr nedan ku bimeşin. Dema parêzeran xwestin bimeşin Parka Ataturk, polîsan rê li pêş parêzeran girt û mudaxaleyî parêzeran kir. Palîsan bi hinceta li dijî xala 2911'an a meş û xwepêşandanan e û biryara Walîtiyê ya qedexeya çalakiyan a 15 rojan heye destûr nedan parêzer bimeşin. Parêzeran jî anîn ziman ku meş mafekî wan ê zagonî û xwezayî ye û xwestin polîs astengiyê li pêş wan rakin. Ji ber polîsan barîkat ranekir di navbera polîs û parezeran de alozî derket û polîsan hin parêzer derb kirin.     PARÊZER RÛNIŞTIN   Ji ber polîsan barîkat ranekir û hin parêzer derb kirin, parêzeran jî bi boneya vê helwesta polîsan şermezar bike dirûşmeya “Parastin bêdeng nema, dê bêdeng nemîne" berz kirin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk, anî ziman ku meş mafê wan ê herî xwezayî, zagonî û hiqûqî ye û wiha got: "Astengiya meşê li dijî zagonan e. Divê polîs li gorî zagonan tev bigere." Parêzerên ku rastî astengiya polîsan hatin, çalakiya rûniştinê li dar xistin û bi dirûşmeya "parastin bêdeng nema û dê bêdeng nemîne" dawî li çalakiyê anîn.