Ji malbata Ozkûr ê di şer de jiyana xwe ji dest da bû ‘tezmînat’ xwestin 2020-06-30 16:08:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya Leşkerî, bi hinceta “zerar dayîna xizinê” ji malbata endamê HPG’ê Aykût Ozkûr ê di sala 2018’an de li Kanîreşa Çewlîgê di şer de jiyana xwe ji dest da bû, 10 hezar û 406 TL tazmînat xwest.    Fermandariya Giştî ya Leşkerî, bi hinceta “zerar dayîna xizinê” ji malbata endamê HPG’ê Aykût Ozkûr ê di 25’ê Tebaxa sala 2018’an de li navçeya Kanîreş a Çewlîgê di şer de jiyana xwe ji dest da bû, 10 hezar û 406 TL tazmînat xwest. Li ser fermana Fermandariya Giştî ya Leşkerî, li Miduriyeta Hesapgirtina Defterdarî ya Çewligê, bi hinceta “Di encama şer de, zerar dayîna xizînê” derbarê dayika Ozkûr Kiymet Ozkûr û bavê wî Atîk Ozkûr de dosyeya 10 hezar û 406,84 TL deyn hat vekir.    Di belgeya danezanê ya ji malbata Ozkûr re hat şandin de, ji malbatê hat xwestin di nava mehekê vî deynê bidin û ger nedin jî, ewê bi rêya îcrayê vê deynî ji wan bigirin.