Dema binçavkirina Çetîn a hatibû îşkencekirin dirêj kirin 2020-06-30 16:53:04 MÊRDÎN - Dema binçavkirina Sevîl Rojbîn Çetîn a li Amedê, polîsan di serdegirtina malê  de îşkenceya  bi kuçik û fizîkî lê kiribûn, 4 rojên din hat dirêjkirin.    Polîsan li Amedê, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi rêve bir de, di 26’ê Hezîranê de bi ser mala endama Desteya Rêveberên Herêma Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbin Çetin de girtibûn. Polîsan di serdegirtina malê û dibin çavan de, îşkenceya bi kuçîk û fîzîkî li Çetin kiribûn û di 27’ê Hezîranê de jî biribûn Mêrdînê.   Çetîn a 4 rojin li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tê girtin, dema binçavkirin wê hat dirêjkirin. Dozger, bi îdîaya “lêpirsîna derbarê Çetin de dewam dike” dema binçavkirin Çetîn 4 rojan dirêj kir. Çetin a li ser daxwaza dozger sewqî Edliya Mêrdînê hat kirin, derxistin Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar.    Parêzerên Çetîn jî beşdarî dadgehê bûn. Çetîn, xwest ku dadgeh daxwaza dirêjkirina binçavkirina wê red bike. Çetîn, bal kişand ser îşkenceya lê hatiye kirin û diyar kir ku ne gereke dema binçavkirina wê bê dirêjkirin. Parêzerê Çetîn jî, heman parastn kir û xwest dema binçavkirin Çetin neyê dirêj kirin.    Dadgehê daxwaza Çetîn û parêzerên wê red kir û biyara dirêjkirina dema binçavkirina Çetîn da. Polîsan, piştî biryara dadgehê Çetîn cardin birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.