Welatiyên bi şewbê ketin, ew roj vegotin 2020-07-04 09:06:31 ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê hejmara kesên bi şewbê dikevin zêde dibe. Welatiyên ku bi nexweşiyê ketin û derbas kirin axivîn. Welatiyan, diyar kirin ku di nexweşxaneyan de tu tedbîr nehatibûn girtin û gotin, ger mirov sax biçe nexweşxaneyê wê  mirî derbikeve. Vîrûsa koronayê (Kovîd-19) a ku li ewil li bajarê Wuhan ê Çînê hatibû dîtin, her ku diçe belavtir dibe. Hejmara welatiyên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest didin jî, her roj zêde dibe. Li gorî daneyên dawî  li seranserî cîhanê 10  mîlyon kes bi şewba koronayê (Kovîd-19) ketin û ji van  5 mîlyon kesan  nexweşî derbas kir. Li Tirkiyeyê jî, piştî pêvajoya asayî hejmara berketiyan zêde bû. Yek ji wan bajarên ku zêde şewb tê dîtin jî, navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Têkîldarî mijarê, welatiyên ku bi nexweşiyê ketin û derbas kirin, ew roj vegotin.   ‘LI MÊVANIYÊ EZ NEXWEŞ KETIM’   Ji welatiyan Şerîfe Uygur a ku bi gumana şewba vîrûsa  koronayê diçe nexweşxanê û pişt re testa wê neyînî derdikeve axivî. Uygur, anî ziman ku ji bo wê  pêvajoyek pir zor û zehmet bû û wiha got: “Ez çûbûm Stenbolê mêvaniyê. Li gel çûyina min a wir janê min dest pê kirin. Pişt re li wir ez rakirim nexweşxanê. Bijîşkan got hewayê wê guheriye û ji ber wê nexweş ketiye. Ji xeynî vê tiştek din negotin. Bijîşkan ne tehlîlên min girtin û ne jî, ji min re dermanek nivîsandin. Pişt re ez hatim Cizîrê û li vir  rewşa min giran bû. Zarokên min ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li vir test girtin û gotin bi koronayê  ketiye. Qasî 6 rojan ez li nexweşxaneyê razandim. Tehlîlên xwîna min girtin.  Di dawiyê de ji min re  gotin tu ne koronayî, sarmayê te girtiye. Pişt re ez ji nexweşxaneyê derxistim. Ez qasî demek dirêj  ji malê derneketim."   ‘NEXWEŞXANE NE DIHAT PAQIJKIRIN'   Uygur, berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên nexweşxaneyê û wiha qala paqijiya li wê derê kir: "Ez qasî 6 rojan di nexweşxaneyê de mam. Min ji van 6 rojan, tenê 2 caran dît ku nexweşxanê paqij kirin. Nexweşxane pir qirêj bû. Ji ber bêhna nexweş mirov nedikarî li nexweşxanê bisekine. Nexweşxane bi tu awayî nedihat paqijkirin. Hejmara nexweşan pir zêde bû. Ger mirov sax biçe wê nexweşxaneyê, wê mirî derbikeve. Ji ber ku ciheke pir qirêj bû û nedihat paqijkirin.”    JI XWE BAWER KIR Û DERBAS KIR   Ji welatiyên ku bi şewbê  ketin Nafya Kucuk jî, diyar kir ku di rojên ewil de wê pir zêde êş û jan kişand. Kuçuk, da zanîn ku ger mirov bi hêvî û bawer be mirov dikare vê şewbê derbas bike û wiha behsa wan rojan kir: “Kurê min yê astengdar hebû. Min li wî mêze dikir. Min wê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Piştî ku ez çûm wir, di min de nîşaneyên nexweşiyê derketin holê. Destpêkê qirika min û dûre serê min êşiyan. Pişt re di nefes girtinê de min zehmetî kişand. Her derê min diêşiya. Li nexweşxaneya Hezexê bijîşkan tehlîlên min girtin. Encama tehlîlan erênî derket. Pişt re li nexweşxaneyê dest bi tedawiya min kirin.  Di rojên ewil de her serê sibehê pênc heb didan min.  Dûre yek heb dan me. Ez 8 rojan di  nexweşxaneya Hezex de mam û pişt re li gel 4 nexweşan em bi ambulansan derbasî Saziya Wargeha Kredî (KYK) ya Şirnexê kirin. Em 8 rojan, li wir jî di karantînayê de man. Pişt re ez şamdim malê.”   ‘XWARINA NEXWEŞXANEYÊ NEDIHAT XWARIN’   Kuçuk, bi lêv kir ku di nexweşxaneyê de nexweş ji xwarin û nêzîkatiya nexweşxaneyê nerazîbûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî nexweşxaneya Şirnexê, nexweşxaneya Hezexê paqijtir û xweştir bû. Di nexweşxaneyê de xwarina ku ji nexweşan re dihat belavkirin, nexweşan nedixwar. Xwarina wan nedihat xwarin. Şert û mercên nexweşxaneyê pir nebaş bûn. Piştî pêvajoya asayîbûnê şewb zêdetir bû. Berî pêvajoya asayîbûnê li Cizîrê maske nedidan me. Şaredariyê maske belav dikir. Dema me dixwest jî, nedidin me. Di navbera kesan de cudakarî dikirin. Ev jî bû sedem ku şewb belav bibe û di dema asayîbûnê de zêdetir bibe.”   MA / Zeynep Dûrgût - Mûjdat Can