Ji ber biryara firotina malên şaredariyê betal kirin der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-07-04 09:18:01 ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê ku cara dudoyan qeyûm tayinî wê hat kirin, qeyûmê berê hin mal û milkên wê firotibûn û dewri kiribûn. Endamên HDP'Î yên Meclîsa Şaredariyê jî biryara qeyûm betal kiribûn. Ji ber ku biryara qeyûm betal kirin Wezareta Karên Navxweyî der barê wan de lêpirsîn daye destpêkirin.    Cara ewil di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayinî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin. Gav qeyûm hatibû tayinkirin di qaseya şaredariyê de 36 milyon Tl hebû lê belê qeyûm 220 milyon û 793 hezar TL deyn xistibû stuyê şaredariyê û her wiha 12 mal û milkên şaredariyê hin jê firotibû û hin jê jî dewrî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê kiribû. Piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê cardin şaredarî bi dest xist, Meclîsa Şaredariyê di 10'ê Hezîranê de bi yekdengî biryara firotin û dewrkirina mal û milkê şaredariyê ya qeyûm betal kiribûn. Lê belê Wezareta Karên Navxweyî ji ber vê biryarê der barê endamên HDP'î yên Meclîsa Şaredariyê de lêpirsîn da destpêkirin û ji wan xwest ku bi awayekî nivîskî îfadeyê bidin.