Heywanên gundiyan ji bêavî mirin 2020-07-05 15:12:03   MÊRDÎN - Li gundê Kuçûka ya Artûklû, ji ber ku DEDAŞ’ê elektrîk birî û welatiyan nekarin ji bo heywanên xwe avê peyda bikin, yek bi yek dimirin.    DEDAŞ a ku ev demek dirêje, ceyrana gelek gund û herêmên girêdayî navçeyên Dêrik û Qoserê yên Mêrdînê biriye, vê carê jî, ceyrana gundê Kuçûka ya navçeya Artûklû birî. Ji ber ku DEDAŞ’ê nêzî 15 rojane ceyran biriye, pompeyên avê yên li gundan bi ceyranê dixebitin jî, êdî nayin xebitîn. Welatî ji ber pêvajoya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) û tunebûna avê rojên zor û zehmet derbas dikin. Welatî nikarin paqijiya xwe bikin û ji bo heywanên xwe avê peyda bikin.    3 MIH JI BÊ AVIYÊ MIRIN    Bûrhan Kaya yê li gundê Kuçûka ya navçeya Artûklûyê karê sewalkariyê dike, diyar kir ku dema ew serê sibê ji xew rabû, dît ku 3 mihên wî ji bêaviyê mirine û wiha axivî: “Ez 700 mihan xwedî dikim. Li gundê me 3 hezar bez hene. Ji ber bê avîyê kezeba mihan xirab bûye û mirine. Jimêrkera ceyranê li ser navê bavê mine. Lê ligel ku tu deynê me tuneye jî, ava me birîn. Ji bilî cotkarî û sewalkariyê tu karekê ku em bikin tuneye. Wila kezaba min dişewite. Êdî taqeta me nemaye. Gelo emê li Mêrdînê bi çi debara xwe bikin?”    ‘HEYWANÊN NAMIRIN JÎ NEXWEŞ DIKEVIN’   Kaya, bertek nîşanî birîna ceyranê da û wiha got: “Dema em diçin DEDAŞ’ê ji me re dibêjin ‘Reîs (Serokkomar Tayyîp Erdogan’ ferman daye.’ Ji ber vê me ceyran biriye. Heywanên namirin jî, nexweşî li kezeba wan dixe. Heywanên nexweş ket jî êdî tu wateya ku em wê xwedî bikin namîne. Ji ber ku mezin û qelew nabe. Tu mafê kesekê nîne ku vê yekê bi me dikin. Dema ez serê sibê rabûm min dît ku mihên min ji bê avî mirine. Êdî hûn rewşa heywanan bi fikirin. Ji min re dibêjin, ‘Emê rojê du saetan ceyran we berdin û depoyên xwe tije bikin. Gelo 2 saet wê têra bi bike? Em ne dizin û ne jî me malê kesekê xwariye.”   DEYNÊ WAN TUNEYE LÊ CEYRANA WAN DIBIRIN   Ji welatiyên gund Alî Kaya jî, dest nîşan kir ku wan li DEDAŞ’ê geriyane û wiha bertek nîşan da: “Her tim bersivên cuda didin me. Dibêjin ku derbarê herêma me de tu agahiya wan tuneye. Di heman demê de rayedar li hemberî vê birîna ceyranê bêdengin. Ligel ku tu deynê me tuneye jî, ceyrana me dibirin. Divê demildest ev pirsgirêk bi dawî bibe. Em bang li rayedaran dikin ku erka xwe bi cih bînin.”