Rêveberiya Xweser tedbîrên nû li dijî Covît-19 girtin 2020-07-05 15:44:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewba vîrûsa corona (Covid-19), rêzetedbîr girtin û destnîşan kir ku ji ber ku li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîran pandemî zêde bû, ew pêngav pêk hatin.   Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek bi hejmara 70’yan da ku li gorî wê tevahiya dergehên sînor têne girtin. Di biryarê de rêzetedbîrên xweparastinê li dijî belabûna vîrusê hatin destnîşankirin.   Li gorî navaroka biryarê;   1- Tevahî dergeh ji duşemê (13.07.2020) ve bi temamî têne girtin.   2- Ji 13.07.2020`an ve kesên derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin, dê heta 14 rojan bikevin karantînayê.   3- Ji ber pandemiya Koronavîrusê, nabe tu cenaze derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.   4- Divê rêgeza dûrketina ji hev li cihên olî, konên sersaxiyê, şahî û civînên mezin pêk were.   5- Tenê xwendekar ji vê biryarê heta ku ezmûnên xwe bi dawî bikin, têne îstîsnakirin. Lê divê tevahiya tedbîrên tenduristiyê bêne girtin.   Rêveberiya Xweser piştî pandemiya Koronavîrusê li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê û dewletên cîranê de berbelav bû, ev biryar dan.