Li Êlihê rojê tenê 250 test tên kirin 2020-07-06 13:42:36   ÊLIH – Derket holê ku li bajarê Êlihê vîrûsa koronayê bi lez belav dibe û rojê 250 test tên kirin. Parlamenter Feleknas Ûca mijarê bir rojeva Meclîsê.    Piştî pêvajoya “asayîbûnê” yek ji wan bajarên ku vîrûsa koronayê bi lez lê belav dibe û bandorek neyînî nîşan dide Êlih e. Derket holê ku li Êlihê rojê tenê 250 testên koronayê tên kirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca li ser mijarê rawestiya û testên kêm tên kirin bir rojeva Meclîsê û ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsî. Ûca di pêşniyaznameya ku ji wezîr Koca pirsî de diyar kir ku testên tên kirin ji bo Enqereyê tên şandin û piştî 3 rojan bi encam dibe û got: “Nexweşxaneya Herêma Êlihê ku xwedî hejmarek bilind a kirna testa ye lê rojê tenê 100 heb test dike.” Ûca pirsên derbarê mijarê de ji Koca kir Û xwest van pirsan demildest bibersivîne.