ESU’yê bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê da: 20 gundên Asûriyan vale bûn 2020-07-06 14:55:03 ENQERE - Yekitiya Suryaniyên Ewropayê, bertek nîşanî operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê da û got: “Ji ber operasyonan 20 gundên Asûriyan, Keldanî û Suryaniyan hatin valekirin. Em banga çalakiyên lezgîn dikin.”    Desteya Rêveber a Yekitiya Suryaniyên Ewropayê (ESU), derbarê operasyonên Tirkiyeyê  yên li dijî Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezar kirin û wiha hat gotin: “Tirkiyeyê dibin navê Kartal-Pençe de, di şeva 16’ê hezîranê de dest bi operasyona leşkerî kir. Ev operasyon li herêmê bû sedema tirsê, ji cihê xwe koçkirinê û kuştina sivîlan. Tirkiye bi van operasyonan dixe, qada xwe berfirek bike. AKP û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide demografiya welatên Sûriyeyê û Iraq bi guherîne. Dixwaze bi awayê jiyana Îslamî qadên nû feth û dagir bike. Li Efrînê, bi hezaran kes koç kirin, jin, zarok û sîvîl hatin qetilkirin. Dîsa li Sûriyeyê gundên Xrîstiyanan bi zorê hatin valekirin û koçberiyek mezin dest pê kir.”    GUNDÊN VALE BÛN    Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Operasyonên Tirkiyeyê dibin sedema koçberkirina welatiyan. Ji roja operasyona Kartal-Pençê dest pê kiriye ve, 20 gundên Keldanî-Suryanî û Asûrî hatin valekirin. Welatiyên li van gundan dijîn ji bo ewlekariya xwe çûne bajaran weke Dihuk, Zaxo û cihên din.”   BANGA ÇALAKIYA LEZGÎN KIR   Di daxuyaniyê de banga “çalakiya lezgîn” hat kirin û wiha hat gotin: “Em weke Yekitiya Suryaniyên Ewropayê banga çalakiya lezgîn dikin. Divê Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û hemû hêzên herêmî, ji bo vê rewşê çareseriyê bibînin û hestiyar tevbigerin.”