Xebatên lêgerîna Gulîstan Dokû rawestandin 2020-07-06 15:56:30 DERSIM - Xebatên lêgerîna xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû yên dibin avê de hatin rawestandin. Malbata Dokû, ji bo ku xebatên lêgerînê dewam bikin, biryar da ku mala xwe bar bikin Dersimê.     Xebatên lêgerîna Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya di 5’ê Çileyê de li Dersimê winda bû û carek din agahî jê nehat girtin ên li derdora herêma Sarisaltuk Viyadugu û di nava Gula Bendava Ûzûnçayirê dewam dikirin, li ser fermana Wezareta Karê Hûndir îro hat rawestandin.   MALBATA DOKÛ WÊ MALA XWE BAR BIKE DERSIMÊ    Xwişka Dokû Aygul Dokû, li ser hesabê xwe yê medya civakî, ragihadin ku ew  ê mala xwe bar bikin Dersimê. Xwişka Dokû, di parvekirina xwe de wiha got: “Bi malbatî em ê bar bikin Dersimê. Em ê destûrê nedin ku keça bi awayekê ne diyar winda bibe. Bersûcên sereke diyarin û li holêne. Ev bersûc dest û milên xwe dihejînin û ji xwe re digerin. Bila kes ne li bendê be ku em keça xwe ya 21 salî ji bîr bikin û bidin ji bîr kirin.”