Dayika Aştiyê Ozbek bi hêceta ‘gumana revê heye’ nehat berdan 2020-07-08 13:08:26   AMED – Dadgehê bi hêceta “gumana revê heye” îtîraza ji bo berdana Dayika Aştiyê Makbule Ozbek ku hatibû girtin red kir.   Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku hat birêvebirin 23 kes hatibûn girtin û yek ji van jî Dayika Aştiyê Makbule Ozbek a 72 salî bû. Dayika Makbule Ozbek bi hêceta beşdarî daxuyanî û çalakiyan, serdana taziyeyan bûye û du zarokên wê di şer de jiyana xwe ji dest dane bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û tê darizandin. Ozbek li Girtîgeha Amedê di hucreya karantînayê de tê ragirtin.    DADGER BERDANA WÊ RED KIR    Gelek nexweşînên Ozbek hene û tevî vê yekê jî girtî ye. Parêzerên Ozbek ji bo berdana wê serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar a Amedê dan û xwestin were berdan. Dadger bi hêceta “gumana revê heye” serlêdan ango îtîraza parêzeran red kir û xwest Ozbek girtî were darizandin.    ‘GIRTINA DAYIKEK 72 SALÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Parêzera Makbule Ozbek, Gulşen Ozbek anî ziman ku dayika Makbule Ozbek tu sûc nekiriye û wê ji bo aştiyê û hin bêtir însan neyên kuştin beşdarî çalakî û daxuyaniyan bûye. Ozbek anî ziman ku çalakiyê Dayika Makbûle beşdar bûye bi temamî demokratîk û mafê qanûna bingehîn e û beşdariya wê ya wan çalakiyan nabe sûc. Ozbek da zanîn ku gelek nexweşînên kronîk ên miwekîla wê hene û divê ne girtî were darizandin û tevî raporên wê hene jî daxwaza wan hatiye redkirin. Ozbek destnîşan kir ku gumana reşkirina delîlan nîne û girtina dayikek 72 salî nayê qebûlkirin.