Polîsan li Edene û Mêrsînê derî şikandin û gelek kes binçav kirin 2020-07-10 08:55:08   EDENE - Polîsan li Edene û Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û derî şikandin. Polîsan di serdegirtina malan de gelek kes bi lêdanê binçav kirin.    Polîsan bi fermana serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt û gelek kes binçav kirin. Polîsan, di serdegirtina malan de derî şikandin û ketin hundir. Polîsan di lêgerînê de alavên malan li nava hev xistin û gelek pirtûk û malzemeyên dijîtal desteser kirin. Nehat zanîn ku çend kes hatine binçavkirin. Lê hat diyar kirin ku der barê 17 kesan de biryara binçavkirinê heye.  Li Mêrsînê polîsan bi ser malbata Çoban de girt mêvana wan Zeynep Taşgîr binçav kirin. Endanên malbata Çoban diyar kirin ku polîsan deriyê wan bi balyozan şikandine û çek li wan kişadine. Malbatê da zanîn ku polîsan zarokên wan di odeyekê de kom kirine û çek li wan kişandine û Zeynep Taşgir jî di odeyekê de îşkence kirine û gef lê xwarine. Alav û amûrê wan tev li hev kirine.    Kesên ku polîsan ew binçav kirin sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Polîsan kesên binçavkirî birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat hînbûn ku di nava kesên binçavkirî de Sever Uzun, Aziz Kandemir û Zeynep Taşgîr heye.