‘Heger tiştek neyê kirin wê Denîz jiyana xwe ji dest bide' 2020-07-10 09:04:08 DERSIM - Hevserokê HDP'a Xozatê yê berê Sînan Karakoç ku demek berê hat berdan, diyar kir ku rewşa Denîz Yildirim ê ku pê re hatibû girtin û di heman qawîşê de diman, xirab e û got: "Heger rojek berî rojekê gavek titek neyê kirin dibe ku Denîz jiyana xwe ji dest bide.  Hevserokê HDP'a Navçeya Xozat a Dersimê yê berê Sînan Karakoç tevî rêvebirê HDP'a navçeyê yê berê Denîz Yildirim (48) hatibû di Gulana 2016'an de hatibû girtin. Karakoç ku demek berê hat berdan, anî ziman ku tenduristiya Denîz Yildirim qet nebaş e û got, Yildirim demek berê ji ber pençeşêrê emeliyat bûyelê belê dîsa jî nayê berdan.    Karakoç ku di 18'ê Hezîranê de hat berdan, der barê rewşa Denîz Yildirim ê ku pev re hatibûn girtin de axifî.    Yildirim, diyar kir ku ew û Yildirim 3 salan di heman qawîşê de mane û got, berî teşxîs bê dayîn Yildirim tam du salan êş kişandiye. Karakoç, anî ziman ku Yildirim nerihetiye xwe bilêv kiriye lê belê rayedarên girtîgehê tenê ew birine revîrê û got: "Baş nehat tedawîkirin. Tenê derman jê re dinivîsandin. Piştî nava wî ji nişkave werimî ew rakirin enxweşxaneyê. Em hîn bûn ku pençeşêr du sal berê dest pê kiriye û li tevahiya laşê wî belav bûye. Helbet ev yek di şert û mercên girtîgehê de zehmtir e. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş zehmetir e. Nexweşîna Denîz giran bûye û kesek tune pê re eleqedar bibe. Demek berê bi şewba coronayê ket. Di odeyekê de dimîne. Rewşa î nebaş e. Nikare di van şert û emrcan de bi tena serê xwe bimîne. Ji bo hevalek biçe cem wî daxwazname hat nivîsandin. Lê daxwazname esas nehatiye girtin."   Karakoç, got: "Denîz Yildirim, pençeşêr lê peyda bûye, du caran emeliyat bûye. Di warê derûnî de jî bi tenê hatiye hiştin. Ne mimkun e bi vî awayî ji derheqê van şert û mercên zehmet derkeve. Ji bo berdan hin tişt hatin kirin lê dîsa jî nehat berdan. Di dosyeyê de delîleke berbiçav tuneye. Loma demildest divê bê berdan. Ji bo bê berdan ji destê kê çi tê divê bike. Heger rojek berî rojekê hin gav neyên avêtin dibe ku Denîz jiyana xwe ji dest bide."    MA / Ayşe Surme