Ferda Îldan di serdegitina malê de hat binçavkirin 2020-07-10 12:48:45    AMED - Ferda Îldan a ku 25 salan di girtîgehê de ma bû, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.   Li Amedê, di serdegirtina malê ya serê sibê de Ferda Îldan a ku 25 salan di girtîgehê de ma û di 2'yê Tebaxa 2019'an de hatibû berdan hat binçavkirin. Îldan, di sala 1995'an de bi cezayê muebetê hatibû cezakirin. Parêzerê wê, vî cezayî îtîraz dike û doza wê dibe DMME'yê. Ev îtîraza parêzer hatibû qebûlkirin û biryar hatibû dayîn ku Îldan ji nû ve bê darizandin. Di encama darizandina hat kirin de jî Îldan di 2'yê Tebaxa 2019'an de hatibû berdan.