CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor 2020-07-11 13:24:55   STENBOL –   CÎSST'ê pirsgirêkên di pevajoya Covid-19 de li girtîgehan derket pêş lêkolîn kir û raporek amade kir. CÎSST'ê di raporê de diyar kir ku girtî di şertên paqij de namînin û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin.    Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST), têkildarî rewşa girtîgehan a di navbera 29'ê Hezîran û 10'ê Tîrmehê de û bandora şewba vîrûsa Corona lêkolîn kir û kirin rapor. CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku piştî şewba vîrûsa corona binpêkirina mafan gelek zêde bûye û wiha cih dan raporê: "Li 52 girtîgehên girtî û bi giştî li 96 girtîgehên cuda gilî hatin kirin. Agahiyên girtîgehan û navê girtiyan veşarî hat girtin. Di serlêdanan de bi taybetî girtiyan anîn ziman ku hêjmara girtiyan pir zêde ye û ji ber zêdeyî kapasîteyê girtî di kawîşan e dimînin gelek zor û zahmetiyê dijîn. Ji ber qawîş pir tijîne, girtî di nava hevde radizên." CÎSST'ê di raporê de pirsgirêk û binpêkirina mafan rêz kir û wiha cih da binpêkirinan:    “*Di destpêka şewbê de girtîgeh bi awayekî rêk û pêk dihat dezenfektekirin. Lê di demên dawî de ev yek hatiye rawestandin.      *Hêjmara girtîgehên ku malzemeyên dezenfekteyê xistine girtîgehê pir kêm in.    *Li hin girtîgehên girtî şibayekên qawişan pir biçûk in. Ji ber vê yekê gritî nikarin hewayê bistînin.        *Li hin girtîgehan rêveberî bi keyfî girtiyan dernaxin hewşê.    *Hem hewşê digirin û hem jî ava paqij û germ pir kêm didin.    *Li hin girtîgehan ji ber avhewayê ritûbet pir zêde ye û qawîş bi qasî tê xwestin tavê nabînin.    *Li hin girtîgehan xwaringeh bi qasî tê xwestin nayê paqijkirin. Gelek girtî bi hevre li heman xwaringehê xwarin dixwin.    * Li hin girtîgehên vekirî girtî dikevin dora xwarin û qantînê.     * Li hin girtîgehan rêveberî sabûn, ava cilşoyan û dezenfektanê bê pere li girtîgehan belav dike. Li hin girtîgehan jî ev yek tune ye.    * Malzemeyên ku bê pere belav dike jî pir kêm e û têra tu kesî nake.    * Li hin girtîgehan girtî tenê dema derdikeve hevdîtina telefonê dezenfektayê dikare bikar bîne.    * Li hin girtîgehan dema girtî derdikevin telefonê maskeyan nadin wan.    * Li hin girtîgehan maskeyan li girtiyan belav nakin. Dema girtî dixwaze bi pereyên xwe bistîne jî diyar dikin ku maske tuneye ye.    * Li hin girtîgehan bê pere malzemeyên paqijiyê belav nakin.    * Li Gelek girtîgehan malzemeyên paqijiya tuwaletan nayen belav kirin.    * Serşok qirêj in.    * Hêjmara Lavaboyan pir kêm in.    * Bê navber avê ji ser girtiyan qut dikin.    * Li herêmên avhewa germ be li wan girtîgehan bêtir avê ji ser girtiyan qut dikin.    * Girtî nikarin paqijiya şewsî bikin.     * Li hin girtîgehan xwarinê kêm û bê qalîte didin girtiyan.    * Li hin girtigehan gramaja nan kêm didin girtiyan.    * Xwarin têra hemû girtiyan nake.    * Girtiyên nikaribin xwarina girtîgehê bixwin, ji bilî wê xwarinek din nadin girtiyan.    *Li qantînê berhem pir buha ne û girtî nikarin ji qantinê bitînin.    *Malzemeyên ku li qantînên girtîgehên girtî tê firotin pir zêde buha ye.    *Her tim malzemeyan li kantinan nafiroşin û dema ji girtiyan re pêwist dibe nikarin bi dest bixin.    *Xwarna Diyetê nadin girtiyan.    *Ji bo girtiyên nexweş xwarina bi vitamin  û bi hêz temîn nakin.     * Ji bo girtiyên nexweş û temenê wan mezin ku di rîskê de ne tedbîran nagirin.    * Li hin girtîgehan bijîşk bi rêk û pêk naçe revîran.    * Li hin girtîgehan nexweşan dernaxin revîran.    * Dema girtî derdikeve revîrê jî nikare hemû îlacan bistîne.    * Li gelek girtîgehan sewqa nexweşxaneyan û dermankirin rawestandine.    * Li hin girtîgehan bi sînor girtîyan sewq dikin.    * Li gel ku bijîşkê revîrê diyar dike ku girtiyê nexweş sewqî nexweşxaneyê bê kirin jî rêveberiya girtîgehê girtiyan sewqî nexweşxaneyan nake.    * Dermankirina girtiyên nexweşê Kronîk demek dirêj e nayê kirin.    * Girtiyên diçin nexweşxaneyê jî neçar in 14 rojan di qerantinayê de bêne girtin.    * Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî dema ji nexweşxaneyê vedigerin di qerantînayê de tên girtin û nikarin bi serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bikin.      6