Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin 2020-07-11 13:36:47   AMED – Li navçeya Bismilê zaroka 6 salî Evîn Teker, li mala kalê xwe li baxçe mirî hat dîtin. Li qirika zarok şop hatin tespîtkirin.   Li navçeya Bismil a Amedê, zaroka 6 salî Evîn Teker, li baxçeyê mala kalê xwe mirî hat dîtin. Bûyer, duh di saetên êvarê de pêk hat. Evren Teker, beriya ku bi hevjîna xwe re biçe nav zeviya pembû, keça xwe Evîn Teker danî mala kalê wê.    Piştî demekê kal Îsmet Teker, dibîne ku neviya wî Evîn Teker li nav baxçe li erde bêtevger dirêj kiriye. Piştre agahî dide xizmên xwe. Xizmên Evîn piştî ku wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hînbûn ku jiyana xwe ji dest daye.    Di lêkolîna destpêkê li qirika Evîn şop hatin tespîtkirin. Ji bo otopsiye cenazeyê Evîn rakirina Saziya Tipa Edlî ya Amedê.