Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike 2020-07-12 10:31:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku Tirkiyeyê ava Çemê Firatê kêm kir, pirsgirêkên cîdî yên avê tên jiyîn. Ji bo vê ambargoya Tirkiyeyê, hişyariya “Wê karesaeta mirovî bê jiyîn” hat kirin.    Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku Tirkiyeyê nêzî 150-200 metrekup ji 500 metrekup ava Çemê Firatê kêm kir, pirsgirkên cîdî yên avê rû dan. Cotkar ji ber vê rewşê nikarin zeviyên xwe av bidin û bergiriyên şaredarî digirin jî kêm dimînin. Şaredarî ji ber tunebûna avê neçar dimînin ku avê kêm berdin û ger ev pirsgirêka avê ya li herêmê tê jiyîn çareser nebe, wê karesatên mirovî li herêmê rû bide.    BILINDAHÎ DAKET 30 METREYAN   Serokê Komeleya Cotkarên bajaroka Hecîn a girêdayî Dêrazorê Loey El Hemûd, derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û diyar kir ku di demên dawî de asta bilindahiya vê heya 30 metreyan daketiye. Hemûd, anî ziman ku ji ber kêmbûyîna avê, ew nikarin ji çem avê bikîşin û di vê mijarê de gelek zorî û zehmetiyan dikêşin. Hemûd, dest nîşan kir ku ev jî dibe sedem ku nekarin ava zevî û vexwarina heywanan pêşwazî bikin.    Hemûd, anî ziman ku bi kêmkirina avê, hewl didin wan terbiye û teslîm bigirin û wiha got: “Em bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî vê rewşê bi hestiyar tevbigerin û berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin.”    POMPEYÊN AVÊ NA XEBITIN   Serokê Şaredariya Kesra ya dikeve Rojavayê Derazorê Xeyas El Ferec jî, diyar kir ku kêmbûyîna avê bandorê li wan dike û wiha axivî: “Ji ber kêmbûyîna avê pompeyên avê na xebitin. Hewa pir gerim bûye. Tunebûna avê bandorekê mezin li çandiniyê dike. Em di demek zor û zehmet dene. Em hewl didin qenalên nû yên avê vekin. Lê ev rewş jî pir zor xuya dike. Evê jî têra pêdiviyên gel neke.”    BANGA HESTIYARIYÊ KIR   Mûhammed El Mensûr ê cotkariyê dike jî, bal kişand ser zoriyên dijîn û ev bang kir: “Êdî em nikarin zeviyên xwe av bidin. Ji ber vê zirara me mezine. Şaredarî hewl didin bergiriyê bigirin. Lê bergiriyên şaredariyê jî encex tê ra demekê bikin û em pê îdare bikin. Ji ber vê teqez divê ev pirsgirêk ji kok de bê çareserkirin û em dixwazin raya giştî bi hestiyar tevbigere.”