Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin 2020-07-12 11:12:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin. Herî dawî duh rejîmê 2 kolberên din li ser sînor kuştin.    Rejîma Îranê li ser sînor kuştina kolberan berdewam dike. Hêzên Rejîma Îranê duh li ser sînor 2 kolberên din kuşt. Rejîma Îranê duh li Gundê Nemincê yê Pîranşarê kolberê bi navê Îbrahîm Ebubekir û li Herêma Çaldiran a Urmiyeyê jî kolberê bi navê Ziyad Hatemî kuştin. Rejîma Îranê di meha Hezîranê de  7 kolber kuştibûn. Di meha dawî de heta niha 9 kolber kuştin. Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê di Hezîranê de 7 kolber hatin kuştin û 23 kolber jî birîndar bûn. Duh jî 2 kolberên din hatin kuştin û di mehekê de 9 kolber hatin kuştin.