Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt 2020-07-13 07:39:18   AGIRÎ  - Polîsan serê sibê bi ser mala Hevşaredara Giyadinê û avahiya Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt.    Polîsan serê sibê li Navçeya Giyadîn a Agiriyê bi ser mala Hevşaredara Giyadinê ya HDP'î Betul Yaşar û avahiya Şaredariya Giyadinê de girtin. Polîsan di serdegirtina malê hevşaredara Giyadinê Betul Yaşar de lêgerîn dikin. Polisan li navçeyê bi ser mala welatî Mesut Arslan û Mustafa Alparslan de jî girtin û Arslan û Alparslan binçav kirin. Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç agahî dan û diyar kir ku polîsan deriyê avahiya şaredariyê şikandin û ketin hundir û lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyêdidome.