‘Kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe’ 2020-07-13 11:10:23 WAN -  Alîkarê Serokê  Giştî yê ÎOP’ê Mûrat Bozdemîr, anî ziman ku bi fikir û ramanên Ocalan re sedsala 21’emîn şansek mezine. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Okkaş Kava jî, diyar kir ku hemû kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.”  Her roja diçe, şert û mercên tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girantir û kurtir dibe. Alîkarî Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyan (ÎOP) Mûrat Bozdemîr  û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Okkaş  Kava, polîtîkayên tecrîdê yên li dijî Ocalan tên birêve birin nirxandin û banga bi dawî kirina tecrîdê kirin.    Alîkarê Serokê Giştî yê ÎOP’ê Mûrast Bozdemîr, diyar kir ku bi sedsalane li Rojhilata Navîn, pêkanên tecrîdkirinê li dijî gelê kurd tên meşandin û wiha axivî: “Bi van polîtîkayên hewl didin gelê kurd ji holê rakin. Ev tecrîd îro li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirine dewrê û bi her awayî dewam dikin. Mînak îro tunebûna goreke Şêx Saîd û Saîdê Nûrsî jî, rêbazekê tecrîdêye. Bi vê gelê kurd ji nirxên wan dûr dixin û naxwazin girêdanbûna wan bi hevre hebe. Ji bo vê jî her rêyê diceribînin. Dema ku em div î warî de li rewşê mêze dikin, pergala Rojhilata Navîn di bingeha xwe de li ser tecrîdkirin û îzolekirina gelê kurd hatiye avakirin. Birêz Ocalan di peyama xwe ya di sala 2013’an de, ji Newrozê re şand de, diyar kiribû ku zanebûna Anadolî û Mezopotamyayê wê vî karî derbas bike. Vê rewşê di nava gel de nav û deng da bû. Lê dewlet li dijî Ocalan ku çareseriyê pêş dixe, polîtîkayên tecrîdkirinê xistiye dewrê. Em di wê baweriyê dene ku ger dengê Birêz Ocalan bigihêje civakê, wê gel vê yekê sûdê bigire.”    'TECRÎT SÛC MIROVAHIYÊ YE’   Bozdemîr, dest nîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Divê ne tenê gelê kurd li dijî vê derkevin, di heman demê de hemû gel dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku tecrîd li holê bê rakirin, pêwîste ku hemû kes bi berpirsiyar tevbigere û ji bo vê raya giştî ava bike. Herî zêde pêdiviya Rojhilata Navîn bi diyalogê heye. Ji bo vê divê em rêyên diyalogê bidin zoriyê û tecrîdê ji holê rakin. Bi rastî, bi fikir û ramanên Ocalan ev sedsala 21’emîn ji bo me hemûyan şansek mezine. Ji bo ku em mirinên mirov rawestînin, divê em li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin.”    ‘EM DI AŞTIYÊ DE BI ISRARIN’   Hevserokê HDP’ê yê Wanê Okkeş Kava jî, da xuya kirin ku di tecrîdê de israr kirin, tê wateya di şer de israr kirine û wiha axivî: “Ji bo pêşxistina şer, rêbaza herî dest pê kê tecrîdkirine. Dewlet bi tecrîdkirina Birêz Ocalan hemû qanûn û zagonên xwe bin pê dike. Dema ku mijar dibe Birêz Ocalan, hemû qanûn ji holê tên rakirin û binpêkirin. Ligel hemû zilm û zordestiya bi sedsalane tê kirin jî, gel di aştî û demokrasiyê de bi israre. Çi dibe bila bibe, divê ev pirsgirêk bi rêyên siyasî û diyalogê bê çareserkirin. Ev jî exlaqiye. Birêz  Ocalan ji bo vê rewşê ev tespît kiriye; ‘Şerkirina rehete, lê ya zor aştiye.’ Ji bo ku aştî pêş bikeve, divê dengê Birêz Ocalan aştiyane bê bihistin.”    ‘BI LEZGÎNÎ DIVÊ YEKITIYA NETEWEYÎ PÊK BÊ’    Kava, anî ziman ku rojek berî rojekê divê yekitiya neweteyî ya di navbera kurdan de pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo yekitî ava bibe divê tecrîd rabe. Lazime ku hemû partiyên kurdan, ji bo rakirina tecrîdê têkoşîna xwe mezin bikin. Pêwîste pêşniyar û ramanên Ocalan bi awayekê rast ji civak û gel re bên vegotin. Ocalan ji bo Rojhilata Navîn soza jiyanek nû daye. Birêz Ocalan di vî warî de ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê firset û derfetek mezine. Hemû kesên şer naxwazin, divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe û di vê çarçoveyê de bikevin nava liv û tevgerê.”