Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin 2020-07-13 16:02:38   EDENE - Dema binçavkirina 12 kesên berî 3 rojan li Edenê hatibûn binçavkirin 4 rojên din dirêj kirin û kesek hat berdan.   Polîsan di 10'ê Tîrmehê de li Edenê û Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin û 14 kes binçav kiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin Ekrem Taşgir di 11'ê Tîrmehê de û Mecît Îrtan jî duh ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.    Dema binçavkirina Sever Uzun, Zeynep Taşgir, Ekrem Taşgir, Azmi Îrtan, Mecit Îrtan, Abdulaziz Kandemir, Cengiz Atsiz, Ferda İldan, Pinar Altas, Umut Manap, Fazil Demirkiran û 3 kesên navê wan nehatin hînbûn ên li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Cih di nava civata PKK/KCK'ê de girtin" tên sûcdarkirin 4 rojên din hat dirêkirin.    Ji bo dosyeya van kesan biryara "sînordarkirinê" hat dayîn.