Parêzerên Yuksekdag: Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin 2020-07-13 16:24:15 ENQERE – Parêzera Fîgen Yuksekdag Ezgî Gungordu, diyar kir ku Fîgen Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin û îttîrazên ji bo berdana wê jî tên redkirin.    Parêzerên Hevseroka Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji bo daneşîna wê ya ku sibê bê dîtin û jê girtî tê darizandin, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî dan. Parêzerên Yuksekdag Sezîn Ûyar û Ezgî Gungordu û parlamenteran HDP’ê ya Amedê Semra Guzel tevlî daxuyaniyê bûn.    SIYASETMEDARA YEKANE    Her du parêzer jî di daxuyaniyê de axivîn û rewşa dosyayên muwekîla xwe yuksekdag vegotin. Parêzeran diyar kirin ku muwekîla wan Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin û yek ji li Farqînê bi giştî 4 darizandinên wê hene. Parêzeran derbarê rewşa muwekîla xwe de jî gotin ku moralê wê di cih de ye.   DÊ TÊKOŞÎN BIDOME   Parlamenter Guzel jî di daxuyaniyê de axivî û qala tundiya ku ji hêla AKP’ê ve li dijî jinan tê meşandin kir. Guzel, bal kişand ser siyasetmedarên jin ên girtî û da zanîn ku dê têkoşlîna xwe ya li hemberî polîtîkayên AKP’ê bidomînin.