Partiya Azadî: Komkujiyê ronî bikin 2020-07-13 16:39:08 AMED - Partiya Azadî xwest dewlet ji Komkujiya Geliyê Zîlanê bigire heya Serhildana Şêx Seîd hemû komkujiyan ronî bike.    Partiya Azadî bi boneya salvegera Komkujiya Geliyê Zilanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Partiya Azadî di daxuyaniyê de bibîrxist ku komkujiya ku di 13 ê Tîrmeha 1930'an de li navçeya Erdîş a Wanê li Gelîyê Zîlanê bi deh hezaran mirov bi awayekî hovane hatin qetilkirin û wiha got: “Li gorî hejmarên fermî 15 hezar li gorî akademiyên Rûsî 47 hezar mirov hatine kuştin. Hin rojnameyan di wê roja ku yek ji wan sûcên herî giran ên mirovahiyê hatibû kirin wiha gotibûn ‘derdorên Çiyayê Agirî bi balafirên me yên qertalên hesin hat bombe kirin û Gelîyên Zîlan bi termê kuştiyan hat tijîkirin” Komkujiya li dijî sivîlên bêçek ên li Zîlanê serkeftinek mezin a leşkerî hatibû dîtin, ji pitikên nûbûyî heya îxtiyarên 90 salî bi tifingên mîtralyozan sungu kirin û kuştin. Bi tevahî 44 gund hatin şewitandin û bi qasî 15 hezar mirov bi hovane li newala Çemê Gûrcemê de bi hevûdu ve girêdayî hatin qetilkirin. Niştecîhên wê heremê hatin sirgûn kirin û axa wan hat wêrankirin hinek jî jê bi destên dewletê tê parastin û di hinek cihan de jî Kirgizî hatine bi cîhkirin.”   'BI KOMKUJIYAN RE RÛBIRÛ MAYÎN WÊ WICDANA MIROVAN RIHET BIKE'   Partiya Azadiyê, diyar kir ku arşîvên dewletê vebin wê ji sala 1925’an ji qiyama Şêx Seîd heya îro, qetlîam û kesên windabûyî û bûyerên bê hiqûqî di Kurdistanê de çêbûne wê ronî bibin û wiha got: “Rûbirûbûna pêvajoyên ku ji Komkujiya Zîlanê heya îro bi kuştina hezaran însanan encam girtiye wê wîcdana însana rihet bike û bibe sedema aştî û biratiyê. Li gel van hest û ramanan, em mirovên ku di komkujiya Zîlanê de jiyana xwe ji dest dane, di 90’emîn salvegera qetilkirina wan de careke din bi rehmet û dilovanî bi bîr tînin û êşa wan di dilê xweda hîs dikin.”