Danişîna 23 jinên li dijî qeyûm derketin hat dîtin 2020-07-13 17:01:15   STENBOL - 23 jinên ku li dijî tayinkirina qeyûm derketin û daxuyanî dan der barê wan de lêpirsîn vebûbû danişina wan hat dîtin.      23 jinên ku li dijî tayînkirina qeyûm ên Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê derketin û daxuyanî dan, der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin. 1'emîn danişîna 23 jinên ku doz li wan hatibû vekirin li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin. Dadgehê bi hinceta Covid-19 jin nexistin salonê. Tenê parêzerên 23 jinan tev li danişînê bûn. Heyeta dadgehê bi hinceta di nava 23 jinan de îfadeya 2 kesan nehatiye girtin ji bo îfadeya wan jî bê girtin danişîna dozê taloq kir. Dadgehê xwest di danişînek din de 2 jinên din jî amade bibin. Heyetê danişîna dozê taloqî 9'ê Cotmehê kir.      Piştî danişînê Platforma Em Bi Hevre Bi Hêz in li pêş Edliyê daxuyanî dan. Endama Platformê Fulya Karlidag, anî ziman ku tundî û êrîşa li dijî jinan bê navber didome û wiha got: “Hevalên me yên endam û rêveberên TJA û Komeleya Jinan a Rosa hatin binçavkirin û girtin. Rojbin Çetin bi saetan di bin çavan de îşkence lê kirin. Lê der barê îşkencekaran de tu lêpirsîn nedan destpêkirin. Destkeftiyên jinan dikin hedef. Jin dê li dijî vê yekê bi hevre têkoşînê mezin bikin. Em li vir in û bi hevre ne."