Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin bû 32 2020-07-13 19:45:45   WAN - Hejmara cenazeyên ku ji Gola Wanê hatin derxistin bû 32. Kelaka ku koçber vediguhastin noq bû û kesên di kelekê de fetisîbûn.    Keleka ku ji Taxa Altinsaç a Westanê li Gola Wanê xistibû, noq bibû. Kelek li nêzî Girava Çarpanakê hatibû dîtin. Piştî cihê ku kelek lê noq bibû hatibû tespîtkirin xebatên ji bo cenazeyan jî dest pê kiribûn. Cenazeyan ku di bin avê de windayî bi amûra ROW'ê tên tespîtkirin û ji bin avê ji 106 metre û nîvan tên derxistin. Heya niha 32 cenaze hatine derxistin.    Îro cenazeyên 5 penaberan hatibûn derxistin, lê dû re ekîbê xwe gihandibû cenazeyekî dinê jî. Ji 27'ê Hezîranê heya niha bi giştî 32 cenaze hatine derxistin.