Qeyûm tayinî Şaredariya Giyadînê kirin 2020-07-13 23:55:09     AGIRÎ - Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya HDP'î ya Giyadîn a Agiriyê kir.    Piştî Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar hatibû binçavkirin, polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kiribû.. Bi dorpêçê re jî ketibûn hundirê avahiyê û tam 5 saetan lêgerîn kiribûn. Piştî lêgerînê polîsan deriyên odeyên şaredariyê hemûyan qefilandibû.    Piştî lêgerîn bi dawî bû hat diyarkirin ku qeyûm tayinî Şaredariyê hatiye kirin. Hat hînbûn ku Qeymeqamê Navçeyê Hasan Dogan tayinî şaredariyê hatiye kirin.