ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-14 09:00:13 * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber agahiyê ji Ocalan nagirin û hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê bê encam dimînin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Ji Parêzerên Ocalan Przl Faîk Ozgur Erol, diyar kir ku berê tecridkirina fîzîkî hebû, niha tecrîdkirina hiqûqî jî li muwekiyê wî zêde kirine. Erol ji AYM’ê xwest ku bi lez dawî li vê muameleya xerab û bê hiqûqiyê bînin.    * Li Amedê hema bêje rojê 120 kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin û heya niha nêzî 4 hezar kes pê ketine. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Şiyar Guldîken, anî ziman ku li nexweşxaneyan aloziyek heye û xebatkarên tenduristiyê bêyî ku bên karantînakirin tên şixulandin.    *  Li Bazîdê Qesra Îshaq Paşa, Tirba Ehmedê Xanî û Keleha Ûrartûyê serdaniyên xwe ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibin.    * Ji şahidên Zindana Jimare 5'an a AMedê Îbrahîm Bîlen, destnîşan kir ku çendî ku feraseta serdest wê demê xwestiye bi îşkenceyê şoreşgeran bêîtibar bikin û bike ku îxanetê li hevalên xwe bikin bi ser neketiye û got: "Çimkî Berxwedana Xeyrî, Kemal û Mazlûman, wê wehşetê û fikrên koletiyê şikandiye."    * Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê, di îlana ji bo girtina 242 personelên bipeyman de xala "Kesên bi KHK'ê ji peywirê hatine dûrxistin nikarin serî lê bidin" daniye ber kesên serlêdanê bikin.    *  Li Farqînê komeke AKP'î, navê kesên di nav partiyê de bi awayekî çalak dixebitin û bi pera kesan li saziyên cemaweriyê bi cih dikin, yeko yeko aşkere kirin.    * Hat diyarkirin ku li Şemrexê zêdetirî 80 karkerên li Tesîsên Gubre yên Etî Bakirê ku girêdayî Cengîz Holdîngê ne, dişixulên bi şewba Covîd-19'ê ketine, lê belê parêzerê Etî Bakirê parast ku kes bi şewbê neketiye.    * Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag dê li 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.30)   * Platforma Jinan a Mêrsînê dê li dijî kuştina Emine Demir, birîndarkirina Hatun Koç û kesên rastî îstîsmarê tên li pêş Edliyeya Mêrsînê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.30)   * Nûnerên rexistinên demokradîk dê di pêşengiya Komeleya 78'an de kesên li Zindana Hêjmar 5 a Amedê di 14'ê Tîrmeha 1982’an de dest bi rojiya mirinê kirin û jiyana xwe ji dest dan, li goristana Yenîkoyê bibîr bînin. (10.00)   * Şaxa Tum Bel-Senê ya Amedê dê têkildarî karkerên ji kar hatin avêtin li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa EMO ya Amedê dê têkildarî helwesta DEDAŞ'ê ku li herêmê Karebayê qut dike dê li odeya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê dê di 5'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de li Navenda Giştî ya SES'ê "Kursiya Edaletê" ava bike. (13.00)   * HDP, CHP û ÎYÎ Partî dê civînên komên xwe li meclîsê li dar bixin. (09:45-13:30)   * Rêxistina HDP'ê dê li gelek navendan têkildarî 14'ê tîrmehê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)   * HDP dê di çarçoveya  Bernameya Hevdîtinên Demokrasiyê de li pêş Girtîgeha Muzeya Ulucanlarê hevdîtina mafên mirovan pêk bînin. (16.00)   * HDP dê di çarçoveya kampanya "Hevdîtina Demokrasiyê" de li pêş Girtîgeha tipa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)   * Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û îşkenceya tê kirin li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna doza kuştina Emine Demir dê li 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. Danişîna Hatun Koç  a birîndar bû jî li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê bê dîtin. (10.00-17.00)